Li Îranê li xwepêşander Leyla Ebolhusnî cezayê darvekirinê hat birîn

Leyla Ebolhusnî ya 43 salî û dayîka du zarokan, ji ber kişandina dîmenan li firoşgehek hat girtin û bi tohmeta "dijminatiya li dijî Xwedê" cezayê darvekirinê lê hat birîn.

Navenda Nûçeyan – Welatî û xwepêşanderên ku beşdarî xwepêşandanên dawî yên li bajarên cihêreng ên Îranê bûne, hê jî bi biryarên giran ên dadgehan, girtin û çarenûseke nediyar re rûbirû dimînin.

Li gorî raporên hatine weşandin, Leyla Ebolhusnî yek ji wan kesên ku di xwepêşandanên destpêka vê salê de li Îranê hatine girtin e. Li bajarokê Şahîn Şehr ê Îsfahanê, bi tohmeta "dijminatiya li dijî Xwedê" (Miharebe) cezayê darvekirinê lê hat birîn. Li gorî agahiyan, Ebolhusnî îtiraza biryarê kiriye û dosyaya wê niha li benda nirxandina Dadgeha Bilind e.

Leyla Ebolhusnî ya 43 salî ku dayîka du zarokan e, dema ku li firoşgeheke "Ofoq Koroş" dîmen dikişandin hatibû girtin. Doza wê di Gulana borî de li Daîreya 5'an a Dadgeha Şoreşê ya Îsfahanê, bi serokatiya Dadwer Wehîd Hemmat Nejad hat dîtin û dadgelê cezayê darvekirinê lê birî.