Li Îranê îstatîstîkên xizaniyê hatin qedexekirin: Kêmxurekiya zarokan û enflasyon kûr dibe
Dema ku hikûmeta Îranê weşandina statîstîkên xizaniya kûr bi ‘qedexeya ewlehiyê’ vedişêre, daneyên fermî nîşan didin ku bi sed hezaran zarok rûbirûyî kêmxurekiyê ne û hêza kirîna malbatan bi awayekî xedar daketiye.
Tehran – Berdevka Hikûmeta Îranê ragihand ku belavkirina îstatîstîkên aborî û civakî ‘qedexe ye". Ligel vê veşartinê jî, bilindbûna enflasyona xwarinê û kêmbûna xerckirina berhemên bingehîn, wêneyek xemgîn a jiyana bi milyonan malbatan radixe ber çavan. Berdevka Hikûmetê Fatime Mohajeranî duh, di bersiva pirsekê de li ser asta xizaniya kûr û gihîştina mirovan a bo xwarin, stargeh û xizmetên tenduristiyê de, agahî dan. Fatime ragihand ku peydakirina van statîstîkan ne mimkûn e û weşandina wan bi ‘qedexeya ewlehiyê’ ve girêdayî ye.
Kêmxurekiya zarokan û dayîkan geş dibe
Di heman demê de, îstatîstîkên fermî yên li ser encamên xizaniyê di nav de kêmxurekiya zarokan û kêmbûna xerckirina xwarinê, wêneyek xemgîn ji şert û mercên jiyana malbatan eşkere dikin.
Cîgirê Serokê Alîkariya Civakî û Karûbarên Aborî li Wezareta Hevkarî, Kar û Refaha Civakî Yaqub Andaish, di meha Tîrmehê de ragihand ku ji bo kirîna selikên xwarinê yên belaş bo 180 hezar zarokên kêmxurek, budçe hatiye veqetandin. Sê hefte piştî vê daxuyaniyê, wî diyar kir ku ev hejmar gihîştiye 262 hezar zarokên di navbera 5 heta 59 mehî de. Wekî din, di çarçoveya projeya "Çareserkirina Kêmxurekiya Zarokên Bin Pênc Salî" de 300 hezar kodên neteweyî yên taybet hatine destnîşankirin. Di heman demê de, hejmara dayîkên ducanî û şîrdêr ên di bin sîwana piştgiriya vê planê de ji 1,5 milyonî derket 2 milyonî.
Kêmbûna xerckirina goşt, mirîşk û şîr
Kêmbûna hêza kirînê ya malbatan di guherîna şêwazê xerckirina xwarinê de jî bi zelalî dixuyê. Li gorî ajansa nûçeyan a Mehrê, daxwaza goştê sor di Nîsana îsal de li gorî heman serdema sala borî ji sedî 50 kêm bûye û hawardekirina vê berhemê jî daketiye. Her wiha, hejmara çêlik an hêkên di înkubatoran de ji nêzî 160 milyonî di Nîsana 2014’an de, di Nîsana îsal dedaketiye nêzî 100 milyonî. Xerckirina goştê mirîşkê ya serê kesî jî ji 32 kg di sala 2019’an de daketiye 25-27 kg di sala îsal de.
Rewşa xerckirina berhemên şîr jî xemgîn e. Xerckirina şîr a serê kesî li Îranê berê nêzî sêyeka navgîniya cîhanê bû, niha gihîştiye çaryekê. Rêveberê Yekîtiya Kooperatîfên Şîr jî diyar kir ku gelek malbat êdî nikarin şîr, penêr û mast bikirin.
Enflasyona bilind û bûyerên ewlehiyê
Li gorî raporek Navenda Statîstîkên Îranê, enflasyona xal bi xal di meha Tîrmehê de gihîştiye ji sedî 87,9 û enflasyona xwarinê jî gihîştiye ji sedî 128,1’an. Ev hejmar nîşan didin ku zexta aborî li ser malbatan û bi taybetî li ser zarokên hewcedarê alîkariyê zêde dibe. Siyaseta veguhastina statîstîkên xizaniyê bo mijareke ‘ewlehiyê’ vê pirsê tîne holê: Çima li Îranê weşandina agahiyên civakî û aborî li şûna ku wekî mafekî rewa yê civakê bête dîtin, wekî gefeke ewlehiyê tê hesibandin? Veşartina statîstîkan ne tenê rastiya xizaniyê vedişêre, lê di heman demê de rê li ber lêkolîn û nirxandina giştî ya polîtîkayên aborî û encamên wan jî sînordar dike.