Li Îranê komên werzîşî yên bowling û bilardo li gor zayendan hat cûdakirin

Rêveberê giştî ya werzîşa lawan li Tahranê, piştî dû komên werzîşa bowling û bilardo jin û mêr bi hevre leyîzn da diyarkirin ku çalakiya werzîşên jin û mêran rabikin.

Navenda Nuçeyan - Siyaseta komara îslamê ya Îranê bi awayek berbi çav di cûdahiya zayendperestiyê de gelek zext li civaka Îranê dike, bi taybet werzîş û diyarkirina cihên werzîşê ku xistina bernamê ku herdû zayend ji hevdû cuda bikin.

Piştî belavbûna girtina dimenekê di medyaya torên dîjîtal ya Îran mol ku tê de jin û mêr bi hev re werzîşê dikin, cêgirê rêveberê cihên giştî sînordarkirina werzîşa bowling û bilardo ragihand.

Cûdahiya zayendperestiyê li Îranê xwedî dîrokek dûr û dirêje, ev rewş jî piştî hatina desthilata komara Îslamê zêdetir bûye. Komara Îslamê bi sîstema mêrsalarî hewil dide jinan ji çalakiyên siyasî, ferhengî û civakî ji cihên giştî dûr bixwe.