Fatma Gul Eryildiz Şenvardar ji aliyê ÎBB’ê ve hat îxrackirin

Akademîsyena Aştiyê Fatma Gul Eryildiz Şenvardar a ku bi KHK’ê hatibû îxrackirin, vê carê ji aliyê ÎBB'ê ve hat îxrackirin.

Navenda Nûçeyan - Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê (ÎBB), Akademîsyena Aştiyê Fatma Gul Eryildiz Şenvardar ku ji ber îmzekirina Danezana Aştiyê bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) hatibû îxrackirin, ji nû vê îxrac kir. Fatma Gul Eryildiz Şenvardar a ku bûyer bi rêya medyaya civakî parve kir, balkişand ku ji ber Akademîsyena Aştiyê hatiye îxrackirin û got destpêke bi KHK'ê û niha jî bi hinceta ‘KOD 42’ yê hatiye îxrackirin. 

 

Beriya niha jî ji aliyê ÎBB’ê ve Akademîsyenên Aştiyê Alçay Çelîk û Veysel Altintaş bi heman hincetê hatibûn îxrac kirin.