Li Îranê di 6 mehan de herî kêm 20 hezar û 648 zarok hatin zewicandin!

Li gor rapora Navenda statîstîka Îranê Di şeş mehên ewil ên sala 2022’an de herî kêm 20 hezar û 648 zarok hatin zewicandin, hezar û 85 jî zarok anîne dinê.

Navenda Nûçeyan – Navenda statîstîka Îranê der barê zewacên zarokan de raporek belav kir. Li gorî raporê li Îranê di şeş mehên destpêkê yên sala 2022’an de 20 hezar û 648 keçên di bin temenê 15 salî de bi ‘nikah’ hatine zewicandin. Hezar û 85 zarok anîn dinê. 12 ji wan kesên ku di bin 15 salî de zewicîn kur in.

Di raporê de hat destnîşankirin ku hemû zewac nayên qeydkirin û dibe ku hejmara zarokên zewicî zêdetir be. Navenda statîstîkan ya Îranê ragihand ku ji destpêka îsal ve 5 zarokên di bin 15 sali zarok anîne dinê.

Tê zanin ku hikûmeta îranê wek pêkanînên cudahiyên paşve zivirandina kredî  zewacên zarokan teşvîk dike.