Ji ber baranê şeva xwe di malên xisar de derbas kirin!

Barana zêde û lehî çadirên mexdûrên erdhejê yên Semsûrê di bin avê de hişt, hin mexdûrên erdhejê şeva xwe li ber xaniyên xwe yên bixisar, hin jî neçar man bi stargehbûna li ber deriyên xwe derbas bikin.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Semsûr- Li Semsûrê piştî barana zêde ya du rojan bênavber dibare, hemû kon di bin avê de man. Welatiyên ku ji konên bin avê mane alavên xwe derdixin derve, wek tedbîr tuxleyan dixin bin konan. Hate hînbûn ku gelek mexdûrên erdhejê li bajarê ku konên av negirtine û şilnebûne maye cihekî din ya bimînin nameyê bi şev di malên bixisar de mane.

'Em di mala bixisar de bi nobet girtinê xew kir’

Zilxe Evli ya ku li Taxa Cumhuriyetê ya girêdayî navendê dijî, kona AFAD’ê ya vegeriya golê nîşan da û diyar kir ku hemû alavê wê şil bûne. Zilxe Evli diyarkir ku tevî tirsiya ne jî ji ber tu çareyek din wan nîne heta sibehê li malê mane û bi nobet girtinê xew kirine û wiha axivî: “Te rewşa me dît, em bivî awayî ne. Ez êvarê hatim û min got ez ê sobê pêxim û razêm, lê em rasterast ketin nava avê. Konê me û alavên me jî di avê de mabûn. Mala me di erdhejê de xisar dît û pir derizî, lê ji ber em nikarîbû di vî konî de jî bimînin, em çûn û li malê man. Em û zarokên me bi tirs çûn malê. Em duh şev bi nobet girtinê xew kir. Me xew dikir yên din hişyar diman û yên din new dikirin em hişyar di man. Ger konê me şil nebûna em ê li vir mabûna, lê kon di nav avê de ye. Zarokên me dema diçin malê ji mirinê ditirsin. Em ne xwarin ne jî cil tiştekî naxwazin. Em tenê konteyner dixwazin, tiştekî din naxwazin. Dema em li malê tiştekî dikin jî, li ber derî dikin û tavilê derdikevin derve.”

'Me li ber derî xew kir’

Yek ji mexdûrên erdhejê Sultan Aydin ku konê wê di bin avê de ma jî diyar kir ku hemû konên taxê şil bûne û ji bo zarokên xwe neçarî li malê mane. Sultan Aydin, diyar kir ku li mala ku rayedaran gotine 'nekevin’ li ber deriyê mane û wiha got: "Em 6 kes di konekî de dimînin. Li vir piştî baran lehî rabû. Hemû konên me di bin avê de man. Kon tijî av bû. Ne tenê yên me, li vir 10 kon hebûn. Hemû jî di bin avê de man. Ji ber ku em nekarîn di kon de bimînin, em ketin mala ku ji me re gotin ‘nekevin’. Tiştekî din tune bû ku em bikin. Ji bo zarokên me di bin vê baranê de li derve nemînin em çûn li ber deriya mala xisar girtiye rûniştin. Ji xwe hebûn û tunebûna me zarokên me ne. Tiştekî me din tune ye, mala me tune. Em heta sibê li mal bûn, du rojan me qet xew nekir, ez û hevjinê min heta sibê şiyar man.”

'Em nizanin çi bikin'

Elîf Aydin jî diyar kir ku ew bêçare ne û ji ber lehiya ku piştî erdhejê hatiye alavên xwe yên heyî jî winda kirine. Elîf Aydin wiha axivî: “Em di nava avê de man. Ne cilên me ne jî xalîçeyên me man. Tiştekî me nema. Tiştekî ku em bikin tune ye, ev mehek e em di vê konê de di vê avê de dijîn. Erdhej çêbû, tiştek nema. Niha lehî rabû dîsa tiştekî me nema. Em di nava vê avê de dimînin. Em qet nizanin çi bikin û dê çi bibe. Alîkariya xurek tê, ma di vê rewşê de pêwistiya me xurekê heye? Gelek miriyên me hene. Em beriya ku şînê xwe bigirin, hatin vê rewş e. Her tişt hat serê me.”