Li Îranê 2 jin 'ji ber reqisînê' hatin girtin

Li Îranê du jinên ku hate gotin li qada giştî ya li Meydana Tecrîşê ya Tehranê reqisîne, bi hinceta “qanûnên civakî binpê kirine” hatin girtin.

Navenda Nûçeyan-Piştî ku dîmenê du jinên ciwan li meydaneke paytexta Îranê Tehranê direqisin belav bû, medyaya herêmî ragihand ku ev jin hatine girtin. Ajansa nûçeyan a Tasnim a Îranê ev agahî parve kir: "Dozgeriya Tehranê bi hinceta ku qanûnên civakî binpê kirine fermana girtina du jinên ku dema li Meydana Tecrîşê reqisîne da."

Her du jin cil û bergên sor ê Hacî Fîrûs ê ku li gorî kevneşopiya gelê Îranê li kolanan bi reqsa li ber muzîkê mizgîniya hatina Newrozê dide, li xwe kiribûn.

Li gorî qanûna şerîetê ya Îranê jin di nav gel de bireqisin qedexe ye. Lêbelê, di mehên dawî de, gelek jin li cihên giştî yên wekî metroyê direqisin û li ser medyaya dijîtal parve dikin.

Jina ciwan a Kurd Jîna Emînî di Îlona 2022’an de ji aliyê polîsên exlaqî yên Îranê ve hatıbü qetilkirin û ev yek rê li ber tevgera Jin Jiyan Azadî vekiribû.