Ji bo jinên girtî ên nexweş hatin cem hev

Komîsyonên girêdayî Şaxên ÎHD'ê yên Enqere û Stenbolê diyar kirin ku bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê bi giştî 74 girtiyên jin ên nexweş li girtîgehan hene û xwestin demildest bên berdan.

Navenda Nûçeyan - Komîsyonên şaxên ÎHD’ê yên Enqere û Stenbolê bi munasebeta 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê anîn ziman ku 74 jinên girtiyên nexweş di Girtîgeha Bunyan a Kayseriyê, Girîgeha Sîncan û Girtîgehên li herêma Marmarayê de tên ragirtin û xwestin jinên girtiyên nexweş werin berdan. 

Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê û Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’a Stenbolê vê hefteyê têkildarî 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bal kişandin ser rewşa jinên girtiyên nexweş. 

Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî di çalakiya xwe ya vê hefteyê de bal kişand ser rewşa jinên di girtîgehên Anatoliya Navîn de tên ragirtin. Endamên înîsiyatifê bi boneya çalakiya xwe ya 496’emîn hatin li pêşiya avahiyê Şaxa ÎHD’a Enqereyê. Di çalakiyê de pankarta “Tedawî maf e, nayê astengkirin, girtiyên nexweş berdin” hate vekirin. 

Daxuyaniyê endama Lijneya Rêveber a Navendî (MYK) ya ÎHD’ê Nûray Çevîrmen xwend. Endamên înîsiyatifê bi qasî agahiyên ku xwe gihandinê, derbarê 32 jinên girtîgehên li Anatoliya Navîn ên Girtîgeha Sîncanê û Girtîgeha Bunyan a Kayseriyê de tên ragirtin parve kirin. Çevirmen derbarê jinên nexweş û nexweşiyên wan de hin agahî parve kir. 

Girtîgeha Sîncanê

Navê jinên girtiyên nexweş ên di Girtîgeha Sîncanê de tên ragirtin wiha ne: 

“Ayşe Topçû, Bermal Birtek, Elîf Çetînbaş, Fadîk Adiyaman, Gulşan Adet, Nedîme Yaklav, Nîlufer Şahîn, Ozge Ozbek, Pinar Tîkit, Rihan Kavak Ozbek, Sabîte Ekîncî, Selver Îspîr, Selver Yildirim, Sermîn Demîrbag, Şukran Aydin, Zerrîn Yilmaz, Zeynep Bîngol.”

Girtîgeha jinan a Bunyar Kayseriyê

Navê jinên girtiyên nexweş ên di Girtîgeha Sîncanê de tên ragirtin wiha ne:

“Dîcle Bozan, Dilşad Şengul, Gulazer Akin, Gulgeş Tatli, Hacer Halîl Yûsûf, Hiyem Yolcû, Jiyan Ay, Medya Aslan, Naîme Encu, Nazli Soglîn, Nergîz Okan, Ozgul Yaşa, Songul Aydin, Şîlan Çetîner, Zerya Açar.

Divê girtiyên nexweş werin berdan

Çevîrmen piştre wiha got: “Divê jinên girtî yên nexweş di demên xwe de ji hemû kontrolên tenduristî de bên derbaskirin, dermankirina wan neyê taloqkirin û yên rewşa wan giran in divê înfaza wan wek demildest werin taloqkirin. Muayeneya bikelemçe derveyî rûmeta mirovahiyê ye divê were dawîkirin, divê sewqên bi wesayîtên rîngê were sekinandin, divê di servîsên lezgîn ên nexweşxaneyan de tevahî amûrên tenduristiyê werin temamkirin, derxistin û sewqên nexwşxaneyan werin lezandin.”  

Stenbol

Şaxa Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’a Stenbolê jî 624’emîn çalakiya xwe ya “Rûniştina F’yê” li pêşiya avahiyê komeleyê li dar xist. Di çalakiyê de ser rewşa girtiyên nexweş yên di girtîgehên li Herêma Marmarayê de tên ragirtin hate sekinîn. Di çalakiyê de pankarta “Bijî 8’ê Adarê,” “Bila girtiyên nexweş werin berdan” û “Tedawî maf e nayê astengkirin” hate vekirin û dirûşma “Girtiyên jin bila werin berdan” hate berzkirin. Nivîsa daxuyaniyê ya vê hefteyê endamên Komîsyonên Girtîgehê Hatîce Onaran û Meral Nergîs Şahîn xwendin. 

 Hatîce Onaran diyar kir ku li gorî daneyên Wezareta Dadê yên 1’ê sibata 2024’an tevî 11 girtîgehên girtî û 8 girtîgehên vekirî bi giştî 403 girtîgehan de ser temenê 65’an 148, di bin temênê 18 saliyê de 109 girtî, bi giştî 12 hezar 511 girtiyên jin hene û balê kişand ser pêdivî û lazimiyên fizîkî, û derûnî yên jinên girtî. 

Rewşa jinên girtî

Hatîce Onaran diyar kir ku jinên girtî gelek caran rastî gef, heqeret û binpêkirinên mafan tên. Piştî Onaran endama Komîsyona Girtîgahan a ÎHD’ê Meral Nergîs Şahîn axivî. Nergîs jî bal kişand ser pirsgirêkên tenduristiyê yên 42 jinên di girtîgehên Bakirkoy, Marmara (Sîlîvrî), Kandira, Gebze, Bursa û Dûzceyê yên li Herêma Maramarayê de tên ragirtin. 

Girtîgeha Bakirkoyê

Navê jinên girtiyên nexweş ên di Girtîgeha Bakirkoyê de tên ragirtin wiha ne:

“Dîlek Oz, Elîf Yaş, Fatma Tokmak, Jiyan Erdînç, Sureyya Bûlût, Şukran Avşar, Bûrcû Çinar, Felek Gun, Songul Yildirim, Şivakar Ataş, Tenzîle Acar.” 

Girtîgeha Gebzeyê

Navê jinên girtiyên nexweş ên di Girtîgeha Gebzeyê de tên ragirtin wiha ne:

Ayfer Ayçîçek, Fadîme Coşar, Hazîne Alçi, Gulistan Abdo, Guneş Tekîn, Havva Ak, Helîn Oncu, Remziye Baloglû, Ruhşan Bozan, Îpek Cigretaş, Zelîha Bûlût, Besiya Ozer, Ceylan Gurbûz, Saîme Afşîn, Cemray Baş, Derya Moray, Gonul Erdogan, Nîhal Altûntaş, Turkan Îpek.” 

Girtîgeha Kandirayê

Navê jinên girtiyên nexweş ên di Girtîgeha Hejmar 1 a Kandirayê ya de tên ragirtin wiha ne:

“Laleş Çelîker, Denîz Tepelî, Dîren Yaşa, Yelîz Turkmen.”

Girtîgeha Marmarayê

Navê jinên girtiyên nexweş ên di Girtîgeha Hejmar 9 a Marmarayê de tên ragirtin wiha ne:

“Seval Yaprak, Yasemîn Karadag, Mesûde Pehlîvan, Kamîle Kayir.”

Girtîgeha Yenîşehîr a Bursayê

Navê jinên girtiyên nexweş ên di Girtîgeha Yenîşehîr a Bursayê de tên ragirtin wiha ne:

“Fatma Demîr, Zeynep Genlîoglû.”

Girtîgeha tîpa T ya Duzceyê

Navê jinên girtiyên nexweş ên di Girtîgeha Tîpa T ya Duzceyê de tên ragirtin wiha ne:

“Aysûn Şahîn, Nazli Çatpinar.”