‘Li Îmraliyê darvekirina ji demê re hatiye vehilandin tê pêkanîn’

Parlamentera HDP’ê Gulistan Kiliç Koçyîgît diyar kir ku li Îmraliyê pêkanîna “darvekirina ji demê re hatiye vehilandin” heye û bang li Wezareta Edaletê û hemû partiyên mûxalîf kir.

Enqere- Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike, îro jî çalakiya berdewam dikin. Parlamenter Gulistan Kiliç Koçyîgît, Abdullah Koç, Kemal Pekoz, Pero Dundar û Celadet Gaydali ji aliyê polîsan ve li ber Deriyê Dîkmen ê Meclisê hatin astengkirin. 

Gulistan Kiliç Koçyîgît ya li vir axivî û diyar kir ku nobeta wan a edaletê ku li dijî tecrîda Îmraliyê dane destpêkirin di roja 7’emîn de carek din ji aliyê Emniyeta Enqereyê ve hat astengkirin û got: “Her roj em li vir dibêjin ku tecrîd çi ye û tê çi wateyê.” Gulistan Kiliç Koçyîgît bi bîr xist ku 21 meh in tu agahî ji Abdullah Ocalan nayê girtin û got: “Birêz Abdullah Ocalan ji 21’ê sibata 1999’an ve di şertên giran de tê ragirtin û tecrîdkirin. Her cûre mafên wî tên astengkirin. Îktidar bi zanebûn hemû rêyên Îmraliyê girtiye û rewşa Îmraliyê ji nedîtî ve tê. Em bi îktidarek wiha înkarger re rûbirû ne. Em viya qebûl nakin. Tecrîd di hemû peyman û protokolên navnetewî de sûcê li dijî mirovahiyê ye û rêbazek îşkenceyê ye.” 

Darvekirina ji demê re hatiye vehilandin heye’ 

Gulistan Kiliç Koçyîgît destnîşan kir ku rewşa agahînegirtina ji Girava Îmraliyê “darvekirina ji demê re hatiye vehilandin” e û wiha got: “Niha li Îmraliyê tam jî cezayê darvekirinê tê sepandin. Mafê birêz Ocalan û her sê girtiyên li cem wî heye ku bi parêzer û malbatên xwe re hevdîtinê bikin. Li gorî qanûna bingehîn jî her kes wekhev e û girtiyên li Îmraliyê ji mafên xwe sûdê werbigirin. Wezareta Dadê neçare ku rewşa Îmraliyê ji raya giştî re eşkere bike. Nabe ku daxuyanî nede, ji nedîtî ve were û nikare ser rastiya li wir veşêre. Ev tecrîd nabe ku bibe berjwendiyên vî welatî û gelan e.” 

‘Muxatab diyar e’ 

Gulistan Kiliç Koçyîgît bal kişand ser neçaresrkirina polîtîkayên pirsgirêka kurd û got: “Pirsgirêka kurd li Îmraliyê tê çareserkirin û Îmrali deriyê çareseriyê ye. Divê dewlet demidlest bi muxatabên meseleye re hevdîtin bike û ji bo çareseriyê gavan biavêje. Nabe ku pirsgirêka kurd û tecrîdkirina birêz Ocalan ji bo berjwendiyên siyasî yên rojane bikin amûr. Tişta ku girîng e mafê jiyanê ye. Em bang li Wezareta Dadê û rayedaran dikin û dibêjin, ji bo birêz Ocalan aktorê sereke yê çareseriya pirsgirêka kurd e û muxatab ew e, divê gavek beriya gavekê hevdîtin werin kirin.”

‘Divê hûn demildest rê li ber hevdîtinê vekin’

Gulistan Kiliç Koçyîgît banga xwe ya ji bo Wezîrê Dadê domand û wiha got: “Hevserokên me û parlamenterên me, Hevseroka DBP’ê serî li Wezareta Dadê dan ku biçin Îmraliyê. Me bişînin Girava Îmraliyê û bihêlin ku em bi birêz Ocalan re hevdîtinê bikin. Heke ev nebe bila malbat û parêzerên birêz Ocalan biçin hevdîtinê. Divê hûn demildest rê li ber hevdîtinê vekin û fikarên gelê kurd û raya giştî ji holê rakin.”