Îlham Medresî ya girtî tevî rewşa xwe ya giran rastî îşkenceyê tê

Nahid Medresî xwişka Îlham Medresî ya girtî piştrast kir ku rewşa xwişka wê roj bi roj xirabtir dibe û rêveberiya girtîgehê jî red dike ku wê rakin nexweşxaneyê.

Navenda Nûçeyan – Îlham Medresî ya wênexêz ji bajarê Sine ya Rojhilatê Kurdistanê ye, roja 2’ê Mijdara borî li girtîgeha Ketşonî ya bajarê Kerecê hat girtin. Nahid Medresî bi boneya rojbûna xwîşka xwe Îlham Medresî ku yek ji girtiyên serhildana li Rojhilatê Kurdistan û Îranê ye, li ser torên dijîtal vîdyoyek belav kir û giraniya rewşa tendirustiya xwişka xwe û îşkenceya li ser xwişka xwe ragihand.

Nahid Medresî ji bo raporkirina rewşa xwişka xwe alîkarî xwest û wiha got: “Ez Nahid Medresî, xwîşka Îlham Medresî me. Îro rojbûna Îlham e û daxwaz ji her kesî dikim ku di rojbûna wê de bibin dengê Îlham. Rewşa fizîkî ya Îlham giran e û roj bi roj rewşa wê xerabtir dibe. Îlham Medresî ji girtîgehê telefonî me kir û got ku nexweşiya wê ewqas giran bûye ku her tiştê ku dixwe vedireşe. Îlham a ku li dayika min a temen mezin û birayê min ê nexweş miqate bû, rastî îşkenceya giran tê.”

Hat ragihandin ku rewşa Îlham Medresî ya fizîkî giran e û îhtîmal heye kezeba wê winda bibe. Tevî ku pêwîstiya wê ya lezgîn bi dermankirinê heye jî rêveberiya girtîgehê red dike ku wê rakin nexweşxaneyê û hîn jî di bin îşkenceya psîkolojîk de ye.