Li 31 bajarên Tirkiyeyê nûnertiya jinan nîne

Li gorî encamên ne fermî yên hilbijartinên ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hatin kirin, ji 31 bajaran tu parlamenterên jin derneketin. Gîresûn û Osmaniyeyê di dîroka hilbijartinê de cara yekem parlamenterên jin şandin Meclîsê.

Navenda Nûçeyan - Daneyên Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) ya li ser encamên Hilbijartina Serokkomariyê û Hilbijartina Serdema 28’emîn a Parlamenteriyê dewam dike. Li gorî jimarên ne fermî, dabeşkirina parlamenterên jin û mêr li parlamentoyê jî destbi zelalbûnê kiriye. Li Tirkiyeyê ji 31 ​​bajarên Tirkiyeyê wekîlên jin derneketin.

Bajarên ku parlamenterên jin lê dernektine wiha ne:

“Semsûr, Aksaray, Amasya, Erdexan, Artvîn, Bayburt, Bîlecîk, Çewlîg, Bolu, Burdur, Çanakkale, Çorum, Xarpêt, Erzincan, Gumuşhane, Îdir, Karabuk, Kirikkale, Karaman, Kirklareli, Kirşehîr, Kîlîs, Kutahya, Nigde, Ordu, Rîze, Sînop, Tokat, Uşak, Yozgat û Zonguldak.”

Destpêkê hebûn

Gîresûnê di dîroka xwe de cara yekem parlamentera jin şand Meclîsê. Elvan Işik Gezmiş a ku di lîsteya CHP'ê de cih digire, bi dengên xwe bû yekemîn jina ku li Meclîsê hat temsîlkirin. Li Osmaniyeyê cara pêşîn parlementerên jin şandin Meclîsê. Ji AKP'ê Derya Yanik û ji CHP'ê Asu Kaya Gedîk jî navên ku cara pêşîn ji Osmaniyeyê derketin meclîsê.