Mamosteya di greva birçîbûnê de Tatîka Recebî hat berdan

Mamoste Tatîka Recebî ku di çalakiya ji aliyê Koordînasyona Rêxistinên Sendîkayan ve hatibû li darxistin de hatibû binçavkirin û girtin û ji 9’ê Gulanê ve di greva birçîbûnê de bû, bi şertê kontrola edlî hat berdan.

Navenda Nûçeyan – Bi serhildanên “Jin, jiyan, azadî” ku piştî qetilkirina Jîna Emînî li Îranê destpê kir, rayedarên hikûmetê zextên xwe yên li ser gelek beşên civakê zêde kirin.

Di çalakiyên ji 16’ê Îlonê û vir ve li Îran û Rojhilatê Kurdistanê dewam dikin, di nav de akademîsyen, hunermend û rojnameger jî di nav de bi sedan kes hatin girtin. Mamoste Tatîka Recebî di çalakiya 9’ê Gulanê ya li ber Midûriyeta Perwerdehiyê ya Eyaleta Rezewî ya bi pêşengiya Koordînasyona Rêxistinên Sendîkayan hat lidarxistin de hatibû binçavkirin û girtin.

Tatîka Recebî ku roja hatibû binçavkirin dest bi greva birçîbûnê kiribû, piştî 5 roj greva birçîbûnê bi 1 milyar û nîv kefalet ji Girtîgeha Meşhedê hat berdan. Tatika Recebî ku li yek ji gundên Meşhedê mamosta bû, ji bo şermezarkirina qetil kirin û girtina zarokan nexwest biçe dibistanê û piştre ji dibistanê hat derxistin.