Leyla Guven ji girêtiyên Filistînî yên di gireva birçîbûnê de ne re name şand
Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ji girtiyên Fîlîstînî yên di çalakiya greva birçîbûnê de ne name şand.

Amed - Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven a ku bi sûcê "rêvebertiya rêxistinê" 22 sal û 3 meh ceza lê hat birîn û li Girtîgeha Xarpêtê tê girtin ji bo Fîlîstîniyên di girtîgehên Îsraîlê de dest bi greva birçîbûnê kirine name şand.
Leyla Guven bi van rêzikan dest bi nameya xwe kir;
"Girtiyên hêja yên Fîlîstînê; Ji Girtîgeha Xarpêtê bi rêya çapemeniyê ez hîn bûm ku hûn ketine greva birçîbûnê. Ez dizanim çalakiya greva birçîbûnê ya di girtîgehê de bi çi rengî ye loma min xwest ji we re binivîsim. Di sedsala 21'emîn de mirov ji bo rengekî li jiyana xwe zêde bikin hewil didin li gerdûnê ji xwe re erdekî pêde bikin lê belê kurd û filîstînî li ser erdê xwe wekî penaberan zilmê dibînin."