Nobeta “edaletê” di roja 234’an de ne

Nobeta “edaletê” ya ji aliyê Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ve hatî despêkirin di roja 234’an de dewam dike.

Nobeta “edaletê” ya ji aliyê Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar  ve hatî despêkirin di roja 234’an de dewam dike.
Riha - Nobeta “edaletê” ya Emîne Şenyaşar a ku di 14'ê Hezîrana 2018'an de encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû dewam dike. Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar a li pêş Edliyeya Rihayê di roja 234’emîn de didome. Malbat li “Quncê Edaletê yê Malbata  Şenyaşar” ê li pêş Edliyeya Rihayê dest bi nobeta xwe kirin.
Malbata Şenyaşar, li ser hesabê xwe yê medya yê ev peyam par kir: "Ji ber ku ev zilma li deriyê Edliyeya Rihayê dewam dike wê kesên dadgeriyê û piştre yên hikûmetê bi rê ve dibin, red bike. Heke kevirekî vê dayikê hebûya, dê bişkêna. Dibe ku sibe dereng be. Edalet niha! Ji bo her kesî edalet!"