Leyla Guven: Dem hatiye em bajarê xwe ji feraseta Nemrûdan paqij bikin

Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ji Girtîgeha Sîncanê, beriya hilbijartinên rêveberiyên herêmî ji gelê Rihayê re peyam şand û got: “Dem hatiye em bajarê xwe ji feraseta Nemrûdan paqij bikin. Dem dema DEM'ê ye.”

Navenda Nûçeyan- Hevseroka Kongeraya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven ku li Girtîgeha Jinan a Sîncanê tê girtin, ji bo gelê Rihayê û hilbijartinên 31’ê Adarê bi riya parêzerên xwe nameyek şand.

Nameya Leyla Guven wiha ye:

“We li ser vê xaka ku şaristanî lê afiriye bi sekna xwe nirxên girîng li nirxên civakîbûnê zêde kirin. Hûn ji warê Îbrahîman derbasî bajarê paleyan bûn. Hûn gelekî wisa ne ku li welatê genim û xwedî nan, bê nan hatine hiştin. Ji ber sînorên li ser xaka pîroz hatine çêkirin, hûn ji xizmên xwe dûr man. We li pişt têlên direhî êş û kêfxweşiyên xwe parve kirin. Hûn her dem bi xweşikî nêzî gel û baweriyên cuda yên bajar bûn. Bi riya eşîran ku şêweyê ewil ê jiyana komunal e, we xwest bibin dermanê derdê her kesê. Li dijî bêkarî, xizanî û bêxizmetiyê we sebra Eyûb nîşan da. 

‘Dem hatiye em bajarê xwe ji feraseta Nemrûdan paqij bikin’

Gelê me yê hêja; dem hatiye ku em bajarê xwe ji feraseta Nemrûdan paqij bikin. Ji bo bidawîkirina feraseta rant, talan û malbatî bi dawî bibe û deriyên şaredariyê li gel bên vekirin, tam jî dema DEM'ê ye. 

Namzedên me dê bi feraseta xwe ya şaredarvaniya demokratîk, beşdariya gel û zeal dîsa Rihayê bigihîjînin nasnameya xwe ya cewherî. Gelê Rihayê dê şaredarvaniya gelparêz a DEM'ê bibîne. Tam di demeke ku partiyên dewlemendan berê wan ketiye hev divê namzedên DEM Partiyê ku partiya karker, kedkar, jin, ciwan û hemû bindestan e bibêjin 'êdî bes e' di hilbijartinê de bi ser bikevin.

Ez bi van hestan, gelê Rihayê silav dikim. Ji namzedên me yên hêja re jî serkeftinê dixwazim."