Leyla Arzû Îlhan: Em ê bi rihê 8’ê Adarê Newrozê pêşwazî bikin

Endama Meclisa Îştar a Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr), Leyla Arzû Îlhan li ser girîngî û wateya Newrozê axivî û destnîşan kir ku jinên Kurd bi coşa ku ji 8’ê Adarê girtine wê Newrozê pêşwazî bikin.

BERJÎN KARA

Mexmûr - Newroza ku her sal di 21’ê Adarê de tê lidarxistin, nîşaneya bilindbûna têkoşînê ya li hemberî bêmafî û desthilatdariyê ye. Bi nêzbûna Newrozê re gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat amedekariyên pîrozbahiyê dikin û bi coşek pir mezin Newrozê pêşwazî dikin.

Endama Meclisa Îştar a wargeha penaberan a Mexmûrê Leyla Arzû Îlhan li ser girîngî û wateya Newrozê ji ajansa me re axivî û diyar kir ku bi bilindkirina agirê Newrozê re wê desthilatdarî were şikandin û azadî bê mîsoger kirin.

‘Newroz rihê serhildana li hemberî zilm û dagirkeriyê ye’

Leyla Arzû Îlhan di destpêka axaftina xwe de Newrozê li hemu kesên ku hemberî desthilatdariyê serî rakirine pîroz kir û got: “Newroz helwesta li hemberî desthilatdarî, koledarî û mêtîngeriya li ser civak û xwezayê ye. Ango Newroz wek efsane û mîtolojî jî em bigirin dest helwest û têkoşîna Kawayê Hesinkar ya di kesayeta xelkê Medî de li hemberî hovîtiya Asûran pêkhatî û agirê serhildanê bilindkirî ye tê zanîn. Em dibînin heta roja îro jî ev têgeh û ramana Newrozê berdewam kiriye. Her çendî gelek caran hêzên desthilatdar xwestine Newrozê ji naveroka wê derbixin, tenê wek cejn û pêşwazîkirina biharê bidin diyarkirin jî lê Newroz bixwe rihê serhildana li hemberî zilm û dagirkeriyê ye. Û di roja îro de gelê Kurd bi awayek herî coş Newrozê pêşwazî dike.”

‘Newroz bi pêşengtiya Tevgera Azadiyê watetir bûye’

Leyla Arzû Îlhan destnîşan kir ku Newroza ji bo gelê Arî rihê têkoşînê ye, bi pêşengtiya Tevgera Azadiyê ya Kurd bi watetir bûye û wiha got: “Çawa ku xweza bi biharê re serma û seqema zivistanê tune dike û jiyanê nû dike, Newroz jî ji bo me û taybet jî gelê Arî ku li Rojhilata Navîn û Mezopotamya jiyan dikin, xwe nû kirin, li hemberî desthilatdar û bêmafiyê têkoşîn bilind kirine. Di roja me ya îro de ev têkoşîna gelê Kurd di pêşengtiya Tevgera Azadiyê de Newroz hîn bêhtir bi wate kiriye. Bê guman Newroz beriya niha 2650 salan pêkhat lê agirê Newrozê yê duyem me bi berxwedana li girtîgeha Amedê ku Mazlum Dogan carek din li hemberî zilm û tunehesibandina dewleta Tirk ku digot emê di girtîgehan de hêza têkoşer ya gelê Kurd bişkînin, serî rakir û hemberî wê heval Mazlum Dogan bi sê çirûskên agir, got hun nikarin bi zilm û îşkenceyê îradeya me ya têkoşeriyê bişkînin. Bivê yekê Newroz carek din hat watedar kirin. Bi Zekiye Alkanan, Bêrîvanan û Rewşenan carek din Newroz hat watedar kirin ku Newroz ne tenê cejnek ji rêzê ye, Newroz sembola mirovên têkoşer ya li hemberî zilmê ye.”

‘Newroz wê bibe şikandina zincîrek din a desthilatdariyê’

Leyla Arzû di dewama axaftina xwe de ev tişt got: “Di têkbirina Asûran de Medan ku di pêşengtiya Kurdan de karî dawî li desthilatdariya Asûran bîne û konfederasyonek ya civakê bidin avakirin, bi kevneşopiyek ji têgihiştina Newroz û konfederasyona Medan ya ku hemu rengên civakê bikarin bihevre jiyan bikin, roja îro de di pêşengtiya paradîgmaya Rêber Apo ya Netewa Demokratîk de ku çawa gel wê bikare li hemberî zilmê li berxwe bidin, dibe çirûska azadiyê û Newrozê watedartir dike. Newroz wê bibe şikandina zîncîrek din a desthilatdariyê û emê bikarin bi awayek azad li ser çiyayên xwe, li dol, newal, gund û bajarên xwe bi serfirazî Newrozê pêşwazî bikin.”

‘Emê bi agirê Newrozê azadiyê mîsoger bikin’

Leyla Arzû Îlhan da diyarkir ku jinên Kurd bi coşa ku ji 8’ê Adarê girtine wê Newrozê pêşwazî bikin û berdewam kir: “Di vê derbarê de wek jinên wargehê jî bi coşa xwe ya ku me ji 8’ê Adarê girtî, hêrsa xwe ya ku li hemberî komploya navdewletî ya di taritiya meha Sibatê de li ser me hatî emê bi agirê Newrozê geş bikin. Emê bi agirê Newrozê azadiyê mîsoger bikin. Ji ber em dizanin Newroz serhildan û pêxistina agirê azadiyê ye. Û emê bi geşkirina agirê azadiyê Newroza xwe pêşwazî bikin.”

Leyla Arzû Îlhan di dawiya axaftina xwe de dubare Newrozê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gêrîlayên azadiya Kurdistanê pîrozkir.