Lêkolîner Salwa Damaç daxwaza parastina jinên di bin çavderiya Hûsiyan de kir

Lêkolînera Yemenî Salwa Damaç, binçavkirina çalakvan Sahar el-Hawlanî û bi sedan jinên din şermezar kir û bang kir ku binpêkirinên li dijî jinên Yemenê yên di girtîgeh û navendên binçavkirinê yên di bin kontrola Hûsiyan de dijîn bi dawî bibin.

Navenda Nûçeyan- Li Yemenê binpêkirinên li dijî jinan Ii herêmên di bin kontrola Hûsiyan de zêde dibin. Binpêkirinên wekî girtinên kêfî, serdegirtinên malan, sînordarkirina azadiya tevgerê û pêkanînên ku armanc tirsandina civakê û bêdengkirina dengê jinan e didomin.

Lêkolîner û akademîsyena Yemenî Salwa Damaç, li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal peyamek parve kir û binçavkirina çalakvan Sahar el-Hawlanî û bi sedan jinên din ên li girtîgeh û navendên binçavkirinê yên Hûsiyan şermezar kir. Salwa Damaç, diyar kir ku Hûsî li deverên di bin kontrola xwe de jinan binçav dikin, êrîşê malan dikin û xelkê ditirsînin, di nava sivîlan de tirs û xofê diafirînin. Salwa Damaç, da zanîn ku pêkanînên li dijî jinan binpêkirinên cidî ne û nayên paşguhkirin.

Salwa Damaç, di parvekirina xwe de destnîşan kir dema ku Sahar el-Hawlanî hat binçavkirin, hevgirtin û piştgiriya ku heq dikir negirtiye û da zanîn hinek kesan kiryarên wê tenê wekî xwepêşandanek an hevkariya bi Hûsiyan re dîtine.

Selwa Damaç, helwesta saziyên berpirsiyar ên mafên jinan û mirovan lêpirsîn kir û wiha pirsî: "Gelo rola Komîteya Jinan a Neteweyî li ku ye? Gelo Wezareta Mafên Mirovan a bi hikûmeta rewa ve girêdayî ye li hemberî sûc û binpêkirinên li dijî jinên Yemenî tên kirin li ku ye?"

Selwa Damaç, xwest rewşa jinên di girtîgehên Hûsiyan de neyê paşguhkirin û destnîşan kir ku pêwîst e binpêkirinên li dijî jinan di girtîgeh û navendên binçavkirinê de rastî bikevin rojevê.