Gulistan Tara Hêro Bahaddîn û Necmeddîn Feysel Hec Sînan bi mersîmek hatin bibîranîn
Li bajarê Amûdê ya bi ser Qamişloya Rojavayê Kurdistanê ve bi merasîmekê Gulistan Tara, Hêro Bahaddîn û Necmeddîn Feysel Hec Sînan, li Goristana Şehîd Îsmaîl hatin bibîranîn.
Amûdê – Bi boneya salvegera rêwiyên riya heqîqetê û dengê rastiyê Gulistan Tara û Hêro Bahaddîn ku di 23’ê Tebaxa 2024’an de her wiha kedkarê hêja Necmeddîn Feysel Hec Sînan jî di 23’yê Tebaxa 2023’an de, di êrîşên dewleta Tirk û bi balafirên bê mirov tevlî karwanên nemiran bûn. Hevriyên wan di merasîmê de diyar kirin ku ew têkoşîna wan didomînin û daxwaza hesabpirsînê kirin.
‘23’yê Tebaxê roja şermezarkirinê y’
Piştî deqeyek rêzgirtinê, li ser navê Kanala Jin Tv Loristan Derwîş axivî û wiha got: “Di 23’yê Tebaxa 2023’yan de kedkarê hêja Necmeddîn Feysel Hec Sînan û rojnamevan Delîla dema ku li ser karê xwe bûn li Rojavayê Kurdistanê di navbera Qamişlo û Amûdê de ji aliyê balafirên bê mirov ên dewleta Tirk ve rastî êrîşê hatin. Di encamê de Necmeddîn Feysel Hec Sînan şehîd bû, rojnamevan Delîla bi giranî birîndar bû. Di 23’ê Tebaxa 2024’an dema me ev bûyer şermezar dikir û hevalên ku gihîştin asta şehadetê bi bîr dianîn, di heman demê de li Başûrê Kurdistanê li ser riya Seyîdsadiq Gulistan Tara û Hêro Bahaddîn di wesayîda produksyona Çeter dehatin hedefgirtin. Di encamê de gelek hevalên rojnamevan birîndar bûn, Gulistan Tara û Hêro Bahaddîn tevlî karwanê nemiran bûn. Herdu bûyer di salên cuda de jî ji hev nayê qutkirin, her û her rojnamevanên çapemeniya azad tên hedefgirtin, siyaseta dewleta Tirk a li ser gelê Kurd û her çar parçeyên Kurdistanê berdewam dike.”
Bavê kedkarê hêja Necmeddîn Feysel Hec Sînan li ser navê malbatê axivî, soza têkoşînê nû kir û got ku ew bi kurê xwe serbilind e, anî ziman ku ew ê ji tevgera azadiyê û çapameniya azad çi were xwestin bike û li ser şopa pakrewanan bin.
‘Bi riya van êrîşan dixwazin heqîqetê bêdeng bikin’
Li ser navê Yekîtiya Ragihandina Jin (YRJ’ê), endama Koordînasyonê Dîlan Osman axivî û wiha got: “Li vê derê, di vî cihê pîroz û bi nirx de, em pakrewanên çapemeniya azad bi bîr tînin. Kesên ku kameraya xwe radikin û xwe berpirsên rastiyê dibînin, di nava xebatên ragihandina azad û ragihandina jinan de rastî gelek êrîşan tên. Êrîşên li ser kedkarê hêja Necmeddîn Feysel Hec Sînan, her wiha Gulistan Tara û Hêro Bahaddîn bûyerên pir bi êş bûn. Bi riya van êrîşan dixwazin heqîqetê bêdeng bikin lê em tekez dikin ku em ê li ser şopa rojnamevanên çapemeniya azad bin û riya wan berdewam bikin.”
‘Rêhevalên me hemû bûyeran bi pênûsa xwe belge dikirin’
Berdevka Yekîtiya Ragihandina jin (YRJ) Emel Mihemmed ji ajansa me re axivî û got: “Pakrewanên azadiyê di riya heqîqetê de canê xwe dan ji bo ku bikaribin destkeftî û pêşketinên jinan gav bi gav bişopînin. Em bi rêzdarî Gulistan Tara û Hêro Bahaddîn di salvegera şehadeta wan a duyemîn de bi bîr tînin. Rêhevalên me yên ku bi pênûsa wan riya azadiyê domandin, bi gotin û nivîsandin, kêlî bi kêlî di xebatên xwe de rastiyan ragihandin. Her dem rojnamevan tên hedefgirtin, ji ber ku hemû hêz û rastiya heyî derdixin pêş û dewleta Tirk naxwaze rastî derkeve holê.”