Koordînasyona Jinan a Rêveberiya Xweser civîna xwe ya nîvê salê li dar xist

Koordînasyona Jinan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê civîna xwe ya nîvê salê li dar xist.

Navenda Nûçeyan-Koordînasyona Jinan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê civîna xwe ya nîvê salê bi beşdariya serokên desteyan ên Rêveberiyên Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Evîn Siwêd, Seroka Desteya Jinan a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Edalet Omer, endamên Meclisa Jinan a Sûriyeyê û Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya hat lidarxistin.

‘Tevî aloziyên berdewam, qadên li Rojhilata Navîn veguherîn şer’

Hevseroka Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed rewşa siyasî şîrove kir û got: "Bi rastî dema ku em dest bi rewşa siyasî dikin, nemaze ji ber ku çarçoweya kar û avakirina pergala globalî ya giştî ku di yek cemserê de dihat birêvebirin û hewlên welatên erebî gelek lawaz in. Tevî aloziyên berdewam, qadên li Rojhilata Navîn veguherîn şer. Xeza yek ji qada wê şerî ye. Ev qonax dirêj û berdewam e. Tu nîşaneyên bidawîkirina van aloziyan jî tune ne."

Rewşa komîteyan hat nirxandin

Piştre serokên desteyan ên komîteyên jinan ên 7 kantonan rapor xwendin, rewş û astengiyên li hember her komîteyekê, rexne û rexnedayîn hatin kirin û şîrovekirin.

Dûre rewşa jinan li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, rewşa rêxistinî hatin nîqaşkirin. Paşê civîn li pêş dezgehên çapemeniyê girtî dewam kir.

Encamnemeyên di civînê de derketin holê wiha ne:

Civîn bi gelek encamnameyan bi dawî bû. Seroka Desteya Jinan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Edalet Omer encamname xwendin û wiha ne:

Bi armanca yekkirina nêrîn, kedên jinan û beşdarbûna wan di tevahî biryarên Rêveberiya Xweser de divê têkilî bi jinan re bê danîn û xwe bigihînin tevahî jinên li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.

Atolya ji bo xurtkirina siyasî, rêveberî û aborî ya jinan bên lidarxistin.

Panel û semînerên fikrî ji bo xurtkirin û piştgiriya rola jinan di biryardayînê û cihên rêveberiyê de bên lidarxistin.

Bihêzkirin û aktîvkirina rola jinên hevserok di pêkanîna kar û erkên kar û taybetmendiya her desteyek an nivîsgehekê de, bi taybetî di dema dayîna biryar an biryarnameyên têkildarî rewşa aborî û civakî ya civakê de.

Xebitîna li ser têkoşîna diyardeya hişbirê di nava ciwanan û civakê de.

Avakirina komîteyên taybet bi amadekirina serjimarî û lêkolînên girêdayî tundiya li dijî jinan û diyardeyên civakî yên neyênî (koçberî, fihûş, zewaca temena biçûk, kuştin û bazirganiya bi jinan), pêşniyarkirina çareserî û tedbîrên qanûnî yên guncaw ji bo sînordarkirina van diyardeyan û çareserkirina bandorên wan.

Temamkirina rêzeçalakiyên hemleya belavkirin û pêkanîna qanûna malbatê di nava tevahî kantonan de.

Sekna li dijî tevahî şêweyên şerê taybet û pêwîstiya parastina destkeftiyên şoreşa jinan, bi rêya têkbirina komployan, gef û êrişên dewleta Tirk a dagirker.

Xurtkirina rola têkiliyên dîplomasî ya jinan bi rêya vekirina korîdoran bi tevahî rêxistin û komeleyên jinan li ser asta xwecihî, herêmî û navneteweyî.

Xebitîna li ser bihêzkirin û geşkirina rola jinên ciwan di tevahî aliyan de ku ew hêza pêşeng a civakê ne.

Vekirina dewreyên perwerdê yên meslekî yên girtî û vekirî ji tevahî endaman re ku tê de kesayetên rêveberiyê were xurtkirin û kadroyên jin werin amadekirin.

Piştgirî û pêxistina navendên perwerdekirin, parastina jinan û xebitîna li ser vekirina navendan li kantonan.

Lidarxistina atolyayan ji bo pêşxistin û piştgiriya mekanîzmayên xebata nivîsgehên zarokan û nîqaşkirina diyardeyên tundî, şixulandin û parsekiyê.