Şaredariya Cûrnê Rêş serdana jinên kedkar kir

Hevşaredara Cûrnê Rêş Garîp Yeşîl û heyeta pê re çûn serdana jinên kedkar ên çandiniyê ya demsalî dikin.

Riha-Hevşaredara  Cûrnê Rêş Garîp Yeşîl tevî endamên meclîsa şaredariyê û karkeran serdana jinên karkerên çandiniyê yên demsalî kirin.

Hevserok û şandeya pê re pirsgirêkên jinên ku li Taxa Segre ya navçeyê karê çandiniyê yên demsalî dikin, guhdar kirin û piştre bi karkeran re derbasî kar bûn. Heyetê piştî guhdarkirina daxwaz û gazincên karkerên jin, serdana konên ku cihên wan ên jiyanê kir.