Koordînasyona Jinan a MSD`ê: Em ê destkeftiyên jinan biparêzin

Koordînasyona Jinan a MSD`ê bi boneya 8’ê adarê Roja Jinan a Cîhanê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat diyaririn ku ewê bi mezinkirina têkoşînê destkeftiyên jinan biparêzin.

Navenda Nûçeyan- Koordînasyona Jinan a MSD`ê bi boneya 8’ê adarê Roja Jinan a Cîhanê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku 8`ê Adarê hemwextî destpêkirina biharê ye û ev têkiliya di navbera jinan û xwezayê de rave dike.

‘Tenê bi çareserkirina dozên jinan bi awayekî adil dê çareserî pêk were’

Di berdewamiya daxuyaniyê de hate diyarkirin ku jin ji destpêka dîrokê ve, jêdera îlhamê, afirandin ,dikare çareseriyan biafrîne, stratejiyên nû deyne û di guhertina demokratîk , nîştimanî û bidestxistina edaleta civakî de bibe hêzeke çalak.

Her wiha bang hat kirin ku biryar û qanûnên navneteweyî yên jinan ku mafên wê dabîn dikin, bi awayekî rastîn pêk werin û civata navneteweyî berpirsyariyên xwe li hemberî jinan bîne cih.

Di daxuyaniyê de hate got: "Tenê bi çareserkirina dozên jinan bi awayekî adil û giştî, dê çareserî pêk were. Em bawer in ku jina sûriyeyî dikare li hember aloziyê li ber xwe bide, li suryê çareseriyê bîne û yekitiya Sûriyeyê biparêze. Bi mezinkirina têkoşînê em ê destkeftiyên jinan biparêzin û berdewamkirina berxwedanê bidomînin."