Kongra Star a Efrînê li dijî êrîşan meşek li dar xist

Li dijî êrîşên dagirkeriya dewleta tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Kongreya Star a Efrînê meşek li dar xist.

Şehba- Bi dirûşma "Terora dewleta tirk li ser jinan rawestînin" Kongreya Star a herêma Efrînê li dijî êrîşên dewleta tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hedefgirtina jinên pêşeng, meşek li dar xist. Meşê ji pêşiya çerxeriya şaredariya navçeya Ehreza kantona Şehbayê heya goristana pakrewanên Berxwedana Serdemê ya li navçeyê bi beşdarbûna bi hezaran şêniyên Efrîn û Şehbayê berdewam kir. Di meşê de şêniyan wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, pakrewan Jiyan, Roj û Barîn, alên Kongreya Star û Meclisa Jina Azad a Şehbayê û her wiha pankartên bi nivîsên "Na ji îxanetê re","Hedefgirtina jinan tunekirina mirovahiyê ye" hildan û jinan hêrsa hedefgirtina jinan bi riya vê meşê ragihandin.

Girseya meşê piştî ku gihîşt goristanê bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdan rawestiya û veguherî mîtîngê. Endama Koodînasyona Kongreya Star a herêma Efrînê Ferîda Îbo di meşê de axivî. Ferîda destnîşan kir ku dewleta tirk bi riya hedefgiritna jinan îradeya gelan dike armanc û got: "Em êrîşên dewleta tirk a dagirker li ser herêmên xwe şermezar dikin. Bi riya hedefgirtina jinan di êrîşên xwe de hewel dide îrade û vîna gelan bike armanc. Şehîdxistina her sê jinên pêşeng û leheng, hêrsa tolhildana me zêdetir dike û tu carî berxwedana me lawaz nake. Ji ber vê em ji Erdogan û çeteyên wî re dibêjin tu êrîş nikare têkoşîna me têk bibe.”

Meşê bi dirûşmên "Na ji îxanetê re","Jin jiyan azadî" bi dawî bû.