Kongra Star qetilkirina zaroka bi navê Îda El-Seîdo şermezar kir

Rêxistina Kongreya Star a Eyn Îsa û Hesekê qetilkirina zaroka 13 salî ya bi navê Îda El-Hemûdî El-Seîdo ji aliyê malbata wê ve şermezar kir û helwestên ne razîbûnê nîşan dan.

 
Navenda nûçeyan- Di 30'ê Hezîranê de zaroka bi navê Îda El-Hemûdî El-Seîdo bi temen 13 salî ji taxa El-Zihûr ya girêdayî Kantona Hesekê-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ser destê malbata xwe bi rengekî hovana hate qetilkirin. Wehşiyeteke pir mezin ser Îda hate kirin, despêkê ew bi keviran hate recimkirin paşê bi çekê kujeran dawî li jiyana wê anîn. Têkildarî bûyerê Rêxistina Kongreya Star ya navçeya Eyn Îsayê û Kantona Hesekê- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyên ne razîbûnê li darxistin û gotin pêwîst e kujerên Îda bên cezakirin. 
Li navçeya Eyn Îsayê girêdayî Kantona Girê Spî Kongera Star  daxuyanî da û li Kantona Hesekê jî jinan li ber dadgeha gel çalakî li daxistin. 
“Divê kujerên Îda bên cezakirin”
Kongreya Star ya navçeya Eyn Îsayê girêdayî Kantona Girê Spî qetilkirina zaroka bi navê Îda El-Hemûdî El-Seîdo bi daxuyaniyekê şermeza kir. Daxuyanî li pêşiya navenda Kongreya Star bi tevlîbûna endamên sazî û dezgehên civaka sivîl, saziyên jinan ên di bin sîwana Kongreya Star de xebatê xwe didin meşandin û jinên partiyên siyasî hate dayin. Di daxuyaniyê de alên Kongreya Star hatibûn hildan. 
`Em li dijî hemû rengên qetilkirina jinan disekinin`
Daxuyaniya ku ji aliyê Berdevka Kongreya Star ya Kantona Girê Spî Cîhan El-Elî ve hate xwendin wiha têde hate gotin: "Bi navê tevahî jinên Kantona Girê Spî, em van sûcên hovane der heqê jin û zarokan de şermezar dikin. Kiryarê qetilkirina zaroka bi navê Îda El- Seîdo li gor hişmendiye civaka baviksalarî em vê yek na pejirînin û li dijî hemû rengên qetilkirina jinan em disekinin.  Di demekê de ku jin ber bi azadiyê ve diçin, mêrên serdest dixwazin kevneşpiyên civakê ser jinan bidin ferzkirin. Bûyerên wiha li dijî hemû rengên azadî, maf û exlaqan e. 
Civaka ku heya niha bi kevneşopiyên li dijî jinan xwe girêdide, bi çavekî xirab li jinan mêze dikin û mafê wan sînordar dikin. Dixwazin koletiya xwe careke din ser jinan bidin meşandin û wan her di nava tirsê de bihêlin. Têkildarî bûyerê pêwîst e komeleyên jinan ên hiqûqî beşdarî dadgeha cezakirina kujeran bibin û cezayên herî giran li kujeran bê birîn. Em weke jinên ji Kantona Girê Spî vê bûyerê şermezar dikin û bang li hemû jinan dikin ku li dijî vê bûyerê têbikoşin heya em dawî li van kevneşopiyan bînin." Daxuyanî bi dirûşmeya "Jin jiyana azadî" bi dawî bû. 
“Em doza dadkirina kujerê zaroka bi navê Îda dikin”
Li dijî qetilkirina zaroka 13 salî ya bi navê Îda El-Hemûdî El-Seîdo, Rêxistina Kongreya Star, Yekîtiya  Jinên Sûriyan, Koordînasyona Jin a Rêveberiya Xweser û Meclisa Jin di Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê de li ber Meclisa Dîwana Edaletê ya Kantona hesekê sekinîn û çalakî li darxistin. Di çalakiyê de jinan daxwazkirin ku kujerên zarokê bên cezakirin. 
Berdevka Kongreya Star a Kantona Hesekê Evîn Paşo, Endama Koordînasyona Jin a Rêveberiya Xweser Semer Ebdullah û Endama Yekîtiya Jinên Sûriyan Meha Şabo raporek fermî pêşkêş Meclisa Dîwanê Edaletê kirin. Paşê  jinan li ber deriyê dadgehê daxuyanî dan. Daxuyanî ji aliyê Endama Koordînasyona Jin a Rêveberiya Xweser Semer Ebdullah ve hate xwendin. 
Di daxuyaniyê de Semer bal kişand ser kiryar û sûcên ku bi bandora civaka baviksalarî der heqê jinan de têne qewimandin û wiha got: " Di dema dawiyê de qetilkirina jinan di civakê de zêde bûye, em qetilkirina jinan şermezar dikin.  Em îro weke rêxistina jinan bi çalakiya xwe ya li ber dîwana dadgeha gel, doza dadkirina kujerê zaroka bi navê Îda dikin. 
Di rapora ku me pêşkêşî dadgehê kir daxwazên me tê de hebûn. Dema jinek were qetilkirin em weke rêxistina jin di doz û dadgehkirina kujeran de berpirsyar in. Em ê li hember hişmendiya bavksalarî ya ku jinan û zarokan dike hedef bisekinin. Daxwaza me ew e ku cezayê herî giran li kujeran bê birîn. "
Çalakî  bi dirûşmeya” Jin jiyan azadî” bi dawî bû.