Kongra Star: Komkujiya li Zaxoyê sûcek mirovahiyê ye

Koordînasyona Kongra Star a Rojava bi daxuyaniyekî nivîskî êrîşên li ser Zaxo (Perax) şermezar kirin û gotin: “Bi êrîşa Zaxoyê re armanca dijmin eşkereye û daxwaza wan dagirkeriye û têkbirina hêz û îradeya gelan ya azadîxwaze.”

Navenda Nûçeyan-  Dewleta tirk duh li Zaxo ya Başurê Kurdistanê komkujiyek li dijî sivîlan pêk anî û di encamenê de 9 kes jiyana xwe ji dest dan û 23 kes jî birîndar bûn. Koordînasyona Kongreya Star a Rojava bi daxuyaniyekî nivîskî êrîş şermezar kir.

“Armanca êrîşan valakirina herêmê ye”

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin li ser êrîşên dewleta tirk û wiha hate gotin: “Ji despêka şoreşa Rojavayê Kurdistanê û heta niha jî dewleta tirk êrîşên xwe li ser gelên herêmê bê navber dewam dike û di 10 saliya şoreşa 19'ê tîrmehê de ji bo binpêkirin û têkbirina hemû deskeftiyan bi hemû awayan hewil dide ku bingehê  vê pirojê li ser erdê nehêle. Êrîşên dewleta tirk  yên ku çêdibin bi bihaneyên cûda cûda herêmên me di nava metirsiyan de dihêlin. Ev êrîş ne tenê li Bakûr û Rojhilatê Sûriyêye, li ser Şengal Mexmûr û herêmên parastina medya yê jî tê kirin bi armanca dagirkeriyê û vala kirina herêman ji gelê herêmê.”

“Dewleta tirk mudaxeleya axa Iraqê dike”

Di daxuyaniyê de êrîşên li dijî sivîlan wiha hate vegotin: “Duh  di dîroka 20 ê tîrmehê de êrîşeke bi topan li ser cihekî geştiyariyê bû ku gelên Iraqê li wê derê çûbûn seyranê êrîş çêbû û di encama wê de 9 kesan jiyana xwe ji destdan 2 zarok û 3 jin û 4 mêr û her wiha 23 birîndar hene û birînên wan giranin. Di heman demê de salvegera komkujiya Sûrojê bû.  Despêkê em vê dibêjin  çima ezman û hewaya Iraqê ji dewleta tirk re vekirî ye? ji ber ev êrîş piştî ku duron derketine çêbûye. Her wiha xwe bi cihkirina dewleta tirk di Iraqê de bi vî awayî gelo nayê wateya dagirkeriyeke rewa? ji ber li ber çava ye û her kes dibîne mûdaxeleya dewleta tirk ji hemû erd û hewaya dewleta Iraqê û herêma Başûrê Kurdistanê re eşkere ye û li dijî hemû zagon û qanûnan e . Ev yek gelek xeterî û metirsiyan ji  bo demên pêş bi xwe re tîne.”

“Em vê êrîşî bi tundî şermezar dikin”

Di daxuyaniyê de hate gotin ku daxwaza dagirkeran têkbirina hêz û îradeya gelan e û wiha hate gotin: “Ev komkûjiya ku  duh di derheqê sivîlên Îraqê de li gundê Perex yê girêdayî bajarê Zaxoyê çêbû sûcekî mirovahiyê ye  em berpirsiyariya wê didin ser rayedarên Îraqê û rayedarên herêma Başûrê Kurdistanê  ji ber her li hember van êrîşan bêdeng man û helwesteke tûnd ji dewleta tirk re danayinin.Em rêxistina Kongra star bang li gelê Başûrê Kurdistanê û gelê Îraqê ku bargehên dewleta tirk li welatê xwe nehêlin û xwediyê helwesta xwe bin ji ber armanca dijmin eşkereye û daxwaza wan dagirkeriye û têkbirina hêz û îradeya gelan ya azadîxwaze.Em vê êrîşê bi tûndî şermezar dikin û bi dilê xwe bi we re ne.Sersaxî ji malbatên qurbaniyên komkujiyê  re. Şîfa ji bo birîndaran re. Her wê azadî ya gelan be.”