Kongra Star ji bo guherîna mêr dewreyek perwerda da destpêkirin

Kongra Star bi armanca jiholêrakirina bermahiyên zihniyeta baviksalar di civakê de, dewreyeke perwerdeya bîrdozî ji bo mêran li ser bingeha avakirina civakeke demokratîk da destpêkirin.

SÎLVA EL-ÎBRAHÎM

Hesekê – Bi armanca afirandina şoreşeke rastîn a derûnî di civakê de ku dê zihniyeta baviksalar ji zihniyeta mêr paqij bike, Kongra Star dewreyeke perwerdeya bîrdozî ji bo mêran da destpêkirin. Dewre dê li ser Jineolojî (Zanista Jinan) û tez û nêrînên Rêber Abdullah Ocalan li ser avakirina civakek demokratîk be. Ev dewre li ser wê bingehê ye ku mêr û jinek azad dikarin malbatek demokratîk ava bikin ku ev yek dibe bingeha civakek azad. Hemû ders dê ji hêla akademîsyen û çalakvanên jin ve werin dayîn.

Dewreya perwerdeyê ku di 26'ê Îlonê de li Kantona Cizîrê ya herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest pê kir 30 mêr di nav de rêveber û hevserokên saziyên kantonê, dihewîne. Ew ê dersên li ser civaka xwezayî, dîroka jinan û paşketinên ku di dîrokê de jiyane bibînin. Armanc ew e ku mêr li ser bandora zihniyetên otorîter li ser cewhera jinan, werin perwerdekirin.

Dewreya perwerdeya bîrdozî ya ku dê mehek bidome, bi navê têkoşêr Nuredîn Sofî çalakvanê Kurd ku baweriya xwe bi azadiya jinan anî û dikaribû karakterê xwe biguherîne û bandorê li yên din bike, hatiye binavkirin.

'Civaka demokratîk bi ferdê azad dest pê dike'

Endama Koordînasyona Kongra Star a bajarê Hesekê Xalîde Botî, der barê armanca destpêkirina vê perwerdeyê de got: "Bi riya vê perwerdeyê em hewl didin zihniyeta baviksalar a di hişê mêran de bi cih bûye biguherînin, ji ber ku zihniyeta baviksalar xwedî dîrokeke dirêj a tundiya li dijî jinan û dûrxistina wan e. Ev zihniyeta otorîter li ser mêran hatiye ferzkirin û bi riya têgeha dewlet û desthilatdariyê hatiye bidestxistin. Ji bo avakirina civatek demokratîk û azad divê em pêşî takekesek azad ava bikin û mêr faktorek sereke ne di avakirina modelek demokratîk de. Ev guhertin dê bi felsefeya Rêber Ocalan were birêvebirin ku balê dikşîne ser jiyana hevbeş, biratiya gelan û jiyana azad û wekhev."

Têkoşîna demokrasî, azadî û wekheviyê dê bidome

Xalîde Botî bal kişand ser peyamên dawî yên Rêber Abdullah Ocalan ku balê dikşîne ser rastiya jin di serî de berpirsyarên civakê ne û wiha dawî li gotinên xwe anî: "Ji ber vê Rêber Apo diyar dike ku perwerdekirina civakê û pêşengiya wê dikeve ser milên jinan. Wî mînakek ji dîrokê, ji destpêka hebûna mirovahiyê bigre heya qonaxa civaka xwezayî û rola jinan di kifşkirina çandinî û bijîşkiyê de, ku jiyana civakî û wekheviya zayendî parastiye, anî ziman. Em ê jî rêkoşîna xwe berdewam bikin heta ku rola xwe di avakirina civakek model a li ser bingeha demokrasî, azadî û wekheviyê ji nûve bi dest dixin."

'Têkiliya di navbera jin û mêran de li ser bingeha temamker e'

Rêvebera Akademiya Şehîd Parwîn a Kongra Star, Kamîle Yûsif diyar kir ku ezmûna perwerdekirina mêran a yekem li ser asta kantonê ye û wiha berdewamî da gotinên xwe: "Bi riya vê dewreyê, me xwest zihniyeta mêran a ku 5 hezar sal in bi mêran re cih girtiye biguherînin. Kongra Star girîngiyek mezin dide perwerdekirina jinan lê xaleke girîng ji bîr nekiriye, ew jî ew e ku jin nikarin ji azadiyê kêfê bigrin heya ku hevjîn di nav lepên otorîterzîm û baviksalarî de girtî bin. Eger mêr xwe ji zihniyeta baviksalarî xilas nekin dê şansek ji bo pêşvebirina pergala neteweyek demokratîk tunebe. Têkiliya di navbera zayendan de di civakê de temamker e, ne li ser bingeha çînî ye."

'Civaka demokratîk hewceyê azadiya jin û mêran e'

Hevserokê Meclîsa taxa El-Merşo ya bajarê Hesekê Mustafa Muhemed Elî ku beşdarî vê perwerdeyê bûye wiha axivî: "Daxwaza min ew bû ku beşdarî vê perwerdeyê bibim. Bi armanca baştirkirin û perwerdekirina kesayetiya xwe û kûrbûna pergala neteweya demokratîk, bi taybetî di vê qonaxê de ku Rêber Ocalan pêvajoya 'Aştî û Civaka Demokratîk' daye destpêkirin. Yek ji armancên Rêber Ocalan avakirina civakek demokratîk e û ev model tenê bi azadkirina jin û mêran dikare were avakirin. Hişmendiya baviksalar a ku li ser mêran serdest e ne diyardeyek nû ye lê dîroka wê vedigere hezar salan. Divê em ji her derfetê sûd bigrin da ku civakê biguherînin. Perwerdeyên rewşenbîrî dikarin guhertinê bînin û di kesayet û zihniyeta mirovekî de cudahiyek çêbikin."

'Neteweya demokratîk riya avakirina jiyana azad û wekhev e'

Endama Hêzên Xweparastinê li bajarê Qamişlo Ebdurehman Osî jî pesnê pêngava Kongra Star da û got: "Ev gaveke girîng e, ji ber ku perwerde dibe alîkar têgihîştinên şaş werin xuyakirin, dihêle ku ew bi awayekî rast ji nû ve werin formulekirin da ku bandoreke erênî li ser civakê bikin. Tevî xwezaya jinan û berpirsyariya wan a li hember civakê, ew ji aliyê zihniyeta mêr ve dihatin tepeserkirin lê ramana Rêber Ocalan ji bo wan asoyên azadiyê vekir. Mêr jî di civakê de rolek dilîzin lê berpirsiyariya mezin li ser milên jinan e. Serdema koletiyê bi dawî bûye û divê guhertinek radîkal li gorî hebûna alternatîfek were kirin. Pergala neteweya demokratîk dikare jiyana azad û wekhev ava bike."