Eren Keskîn: Mafê hêviyê ne lutif e mecbûriyetek e

Parêzer Eren Keskîn, destnîşan kir ku mafê hêviyê ne lutif e, mecbûriyetek e û diyar kir ku divê zû were bicîhanîn û got ku divê ev maf ne tenê ji bo Abdullah Ocalan, ji bo hemû cezayên muebbet ên girankirî û girtiyên nexweş bê sepandin.

ELÎF AKGUL 

Stenbol – Mafê hêviyê, ji bo kesên mehkûmê cezayê muebet ên girankirî hatine kirin, piştî demek diyarkirî îhtîmala berdanê yan jî hêviya jiyana di şert û mercên mirovîtir de hebe. AÎHM, jiyana mirovan a bi hesta ew ê tu caran azad nebin, mîna îşkence qebûl dike. Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê, ji Tirkiyeyê xwest ku sererastkirina "mafê hêviyê" li gorî biryarên AÎHM’ê bi cih bîne. Di vê çarçoveyê de komîteyê, di Îlona 2024’an de ji Tirkiyeyê re salek dem da û dem di Îlona 2025’an de xilas bû. Di civîna Komîteyê ya di 17-18’ê Îlona 2025’an de jî ji Tirkiyeyê hat xwestin ku di bicihanîna vê dozê de pêşketineke bi lez pêk werin û li ser tedbîrên hatin girtin divê herî dereng heta Hezîrana 2026'an agahiyê bide. Komîteyê di biryara xwe de, bi zelalî diyar kir ku ew li bendê ye bi taybetî ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û der barê girtiyên ku dê ji mafê hêviyê sûd bigrin de, biryarên AÎHM’ê bi cih bîne. Li Tirkiyeyê bi taybetî parêzvanên mafên mirovan, destnîşan dikin ku ev yek ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd krîtîk e. Piştî Serokê MHP’ê Devlet Bahçelî jî vê mijarê anî ziman, mafê hêviyê cara ewil ji aliyê aktorên dewletê ve bi awayekî vekirî hat nîqaşkirin.

Mafê hêviyê dikare di nava saetekê de were sererastkirin’

Hevseroka Komeleya Mafên Mirovan û parêzer Eren Keskîn, destnîşan kir ku biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ya mafê hêviyê zelal in û divê Tirkiye di vê mijarê de pêkanîna sererastkirinek dereng nexe. Eren Keskîn bi gotinên; "Mafê hêviyê, ji bo dewletên ku Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê qebûl kirine û girêdana biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê qebûl kirine, ne lutifek e, mecbûriyetek e” û diyar kir lewma wexta ku ji Tirkiyeyê re hatiye dayîn pir dirêj e. Eren Keskîn, da zanîn ku Tirkiye dikare li gorî biryarên heyî yên AÎHM’ê “bi destwerdaneke biçûk” guhertîna zagonî pêk bîne û ev kiryarek pir hêsan e û diyar kir dirêjkirina pêvajoyê hêviyan dişkîne. Eren Keskîn, bi van gotinan nêzîkatiya bingehîn a AÎHM’ê bi bîr xist: "Gelek biryarên dadgehê hene. Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê, jiyana mirovan a bi hesta ew ê tu caran ji girtîgehê dernekevin, mîna îşkenceyê qebûl dike. Ango bi taybetî mafê hêviyê bi vê yekê ve girêdayî ye. Ev biryar, ji bo mirovên di girtîgehê de, tu caran hêviyên xwe yên têkildarî jiyanê winda nekin, hatiye dayîn.”

Mafê hêviyê û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd

Parêzer Eren Keskîn, da zanîn ku pêvajoya der barê mafê hêviyê de ne tenê bi dînamîkên navxweyî, di heman demê de bi geşedanên siyaseta derve ve jî girêdayî ye. Parêzer Eren Keskîn bi gotinên; “Di vê pêvajoya nû de dînamîkên derveyî jî bi bandor in. Pêvajoyeke bi bandorên rewşa li Sûriyeyê, hebûna Kurdan a li Rojava, hêza Kurdan a li wir, rastiya DYE-Îsraîlê û êrîşên hovane yên re hate destpêkirin e” diyar kir ku dirêjkirina vê pêvajoyê zirar dide mafên mirovan. Eren Keskîn, bi van gotinan rexne li Konseya Ewropayê kir: "Berevajî konseyê, di pêvajoyeke wiha de ji Tirkiyeyê ne demek dirêj, mehek an jî 2 mehan were dayîn. Lê dayîna demek ewqas dirêj, tê vê wateyê ku ev pêvajo jî belavî demê bibe. Di heman demê tê wateya şikestina hêviyan.” Eren Keskîn, diyar kir ku mafê hêviyê di pirsgirêka Kurd de yek ji xalên kilît e ji bo çareseriyê û got: “Aktorê serekê ya aliyê Kurd Abdullah Ocalan e. Lewma mafê hêviyê girîng e.”

‘Pêwist e di vê erdnîgariyê de girtiyên din jî ji mafê hêviyê sûdê bigrin’

Parêzer Eren Keskîn, diyar kir mafê hêviyê ne tenê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan divê ji bo hemû mehkûmên cezayê muebetê yên girankirî û girtiyên nexweş bê sepandin. Eren Keskîn, di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: "Em mafê hêviyê bi xwezayî li ser Abdullah Ocalan nîqaş dikin. Ji ber di heman demê de aktorê serekê yê aliyê Kurdan Abdullah Ocalan e. Ev pêvajo li gorî pêvajoyên berê xwedî aliyekî erênî ye. Ev jî piştgirîdayîna MHP’ê ya ji bo pêvajoyê ye. Di pêvajoyên din de, MHP li dijî derdiket û li dijî pêvajoyê polîtîkayan bi peş dixist lê niha ne wisa ye. MHP jî di nava vê yekê de ye.” Eren Keskîn, bal kişand ku AKP û MHP jî di aliyê civakîbûna aştiyê de daxuyaniyan didin û da zanîn ku mafê hêviyê gaveke girîng e ji bo vê yekê.

‘Divê girtiyên nexweş nayên demildest werin berdan’

Eren Keskîn, bal kişand ser girtiyên nexweş ên di girtîgehan de û diyar kir di çalakiyên ku meha Îlonê di çarçoveya Roja Aştiyê ya Cîhanê de li gelek bajaran hatin lidarxistin de, raya giştî jî vê mijarê gelek caran pirs kir. Eren Keskîn, bi van gotinan bendawariya raya giştî vegot: “Ez her hefte diçim bajarekî cuda û beşdarî panelan dibim. Her dem mijar aştî ye û li wir hemû kes ji hev heman pirsê dikin: Çi dibe? Em ê kengî tiştek bibînin?” Parêzer Eren Keskîn, derengxistina bicîhanîna guhertinên der barê girtiyên nexweş ên heta Cotmehê bi gotinên "gelek dûrî aqil û gelek dijmirovî” renxe kir û mînakên binpêkirinên ku girtiyên nexweş dijîn vegot. Eren Keskîn, bi van gotinan bal kişand ser bêdadiya heyî: “Mînak me îro serdana hevala xwe Hatîce Onaran a li Girtîgeha Gebzeyê kir. Hatîce, bi tenê ji ber ku 200 û 500 lîre pere ji bo çend girtiyên feqîr ên di girtîgehê de razandiye, bi hinceta ‘fînansekirina terorê’ hat girtin. Hatîce, bi nasnameya xwe pere razandiye lê hatiye girtin û nexweş e.” Eren Keskîn, da zanîn ku hêviyên parêzvanên mafên mirovan pir zelal in û bi van gotinan banga xwe dubare kir: “Ez hêvî dikim demildest gavên ku dê vê baweriyê ava bikin, werin avêtin."