Kongra Star: Emê têkoşîna xwe bidomînin

Bi armanca nirxandina geşedanên dawî û pêvajoya ku Rojavayê Kurdistanê tê re derbas dibe, Kongra Star bi jinên Til Temir re civiya û tekez kir ku heya hebûna xwe li Sûriyeyê fermî nebe dê têkoşîna xwe berdewam bike.

Til Temir – Di 6’ê Çileyê de herdu taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê ji aliyê cîhadîstan ve rastî êrîşên dijwar hatin. Van êrîşan rasetrast bandor li seranserî herêma Rojavayê Kurdistanê kir. Her çiqas pêvajoyeke şer bû, gel, jin û ciwan bûn yek ruh û deng li kolanan li dijî êrîşan li ber xwe dan, da ku destkeftiyên xwe biparêzin.

Bi armanca nirxandina pêvajoya derbasbûyî, bi taybet jî êrîşên ku herêm bi giştî rastê hat. Her wiha rêveçûna pêvajoya entegrasyonê. Kongra Star ji bo jinên bajarê  Til Temir civînek li hola Meclîsa Malbatên Şehîdan, lidarxist.

Di civîna ku bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir, Xezal Mewlan a di êrîşên Îranê li ser herêma Başûrê Kurdistanê jiyana xwe ji dest da, hat bibîr anîn.

Di civînê de rewşa siyasî a herêmê hat nirxandin û pişt re jinan li ser pêvajoya entegrasyonê û bandora wê li ser têkoşîna jinan û hebûna têkoşîna wê li Rojava, bi berfirehî nirxandin.

Civînê balkişand ser rola jinan di pêvajoya entegrasyona demokratîk de 

Rêvebera Kongra Star a bajarê Hesekê, Nahid Silêman ji ajansa me re wiha behsa naveroka civînê kir û got: “Civîn bi bîranîna jinên ku ji bo Kurdistanê li ber xwe dan û şehîd bûn, mîna Xezal Mewlan û giştî şehîdên Rojavayê Kurdistanê, destpêkir. Armanca civînê ew e ku em bi jinên ku di nav şoreşa jinê de gav bi gav meşiyane pêvajoya entegrasyonê nîqaş bikin. pirs û nakokiyên jinan nas bikin û bersiva wan bidin. Da ku bizanibin ka jin wê cihê me li ku derê be, em ê çawa hebûna xwe di nav pêvajoya entegrasyonê de, biparêzin û rol bilîzin.”

Wê jin gav paş de neavêjin

Nahid da zanîn ku wê jin venegerin malê û careke din nebin bermalî, wê jin têkoşîna xwe dewam bikin û lêgerîna azadiya xwe û civaka xwe berdewam bikin.

Kongra Star dê têkoşîna xwe bihêztir dewam bike

Nahid bersiv da pirsa jinan û tekez kir ku Kongra Star dê têkoşîna xwe bidomîne û bilindtir bike û got: “Kongra Star wê bi têkoşîna xwe bimîne heya ku zagonên fermî ji aliyê partî û rêxistinên li Sûriyêye derbikeve û fermî were naskirin. Tekez têkoşîna jinan bê rawestan wê dewam bike heta ku maf û hebûna xwe di destûrê de mîsoger bike.”

Civîn bi tekezkirina domandina têkoşînê heta gihiştina armancên ku Şoreşa Rojava pê destpê kirin û bi dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû.