Li Gemlîkê banga azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan hat kirin

TJA’yê bi armanca çareseriya pirsgirêka Kurd û azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Gemlîkê daxuyanî da, xwest demildest hiqûqa pêvajoyê bê afirandin û şert û mercên azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan bên amadekirin.

Navenda Nûçeyan – Komên meşa ku bi beşdariya hezar jinan ji aliyê Tevgera Jinên Azad (TJA) ve bi armanca azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka Kurd duh ji bajarên Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê hatibû destpêkirin, gihîştin ketina navçeya Gemlîkê ya Bûrsayê. Li xala ketina navçeyê bi hinceta ku ketin û daketina navçeyê ji hêla Walîtiya Bûrsayê ve ji bo hefteyek hatiye qedexekirin, destûr nehat dayîn ku jin bikevin navçeyê. Jinan bertek nîşanî qedexeyê dan û li ketina bajar daxuyaniya çapemeniyê dan.

Girseya pankarta, “Dem dema pêşwazîkirina Serokatiya azad e” vekir, dirûşmên, “Heta azadiya fizîkî nebe aştî û biratî nabe”, “Jin, Jiyan, Azadî”, “Ji bo pirsgirêka Kurd muxatab Ocalan, çareserî azadî ye” berz kirin.

‘Divê deriyên Îmraliyê ji hemû kesên aştiyê dixwazin re bê vekirin’

Li ser navê jinên meşvan aktîvîsta TJA’yê Ayla Akat Ata daxuyanî da û bal kişand ser armanca meşê. Ayla Akat Ata behsa têkoşîna gelê Kurd a ji bo azadiyê kir û wiha got: “Em îro li Gemlîkê ne. Gemlîk di dîroka siyasî ya Tirkiyeyê û di bîra gelê Kurd de xwedî cihekî girîng e. Em îro giraniya vê yekê hîs dikin. Hevalên me yên bi rêgeza, ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ canê xwe şewitandin, hevalên me yên di meşên ber bi Gemlîk û Îmraliyê ve bedel dan re soza me heye. Em ji bo dengê xwe bilind bikin, li vê derê kom bûne. Ji Amed, Şirnex, Wan, Mersîn, Îzmîr û Stenbolê em bi armanca ji bo aştiyê, dengê xwe bilind bikin hatin vê derê. Divê deriyên Îmraliyê ji hemû kesên aştiyê dixwazin re bê vekirin.”

‘Kes nikare pêşî li têkoşîna me bigre’

Ayla Akat Ata wiha domand: “Em wekî TJA’yê banga aştiyê dikin. Em hewldanên pêşiya aştiyê digrin, şermezar dikin. Şevê din ketina me ya Gemlîkê hat qedexekirin. Lê em li vir in û dengê xwe bilind dikin. Em ê dengê aştiyê li her derê û bi her riyê bilind bikin. Li hemû derên kesên aştiyê dixwazin, em ê bibêjin, ‘Bê serok jiyan nabe’ û ‘Bijî Serok Apo.’ Kes nikare bi krîmînalîzekirin, binçavkirin û zilmê bêdeng bike. Em ê têkoşînê bi her awayî bilind bikin.”

‘Meşa me dê didome’

Piştî axaftinê Ayla Akat Ata daxuyaniya TJA’yê xwend. Ayla Akat Ata meşa ji hêla Tevgera Jinên Azad (TJA) ve di Cotmeha 2025’an de bi dirûşma “Em Bi hêviyê ber bi azadiyê ve dimeşin” ji Amedê ber bi Enqereyê ve dabû destpêkirin bi bîr xist û anî ziman ku bi heman armancê îro careke din li Gemlîkê ne. Ayla Akat Ata da zanîn ku wê rojê ji bo avakirina bingeha hiqûqî ya pêvajoyê meşiyane û îro bi vê kombûna li Gemlîkê ev meş bi hêzdayîn û hêzgirtinê berdewam dike.

Daxuyaniya TJA’yê wiha ye:

“Îro li vir; weke jinên ku ji lêgerîna heqîqet û berxwedana Amedê, ji xeta serhildan û azadiyê ya Botanê, ji ruhê têkoşîna bêsînor a Serhedê, ji çanda jiyana hevpar a gelan a Egeyê, ji tevna civakî ya pirnasnameyî û pirzimanî ya Marmarayê, ji keda berxwedêr a Anatolya Navîn, ji bîra hilberîn û piştevaniya Çukurovayê û ji Behra Reş hatine qeraxên aştiyê, em di vê meşê de digihîjin hev.

‘Em hêviya aştiyê mezin dikin’

Em weke TJA’yê bi vê pir rengî û pirdengiya xwe, di vê pêvajoya dîrokî de careke din li Gemlîkê gotina xwe dibêjin. Vîna xwe ya çareseriya demokratîk nîşan didin û hêviya aştiyê mezin dikin. Ev xeta têkoşînê, bi îdiaya Aştî û Civaka Demokratîk, riya çareseriyê ku bi armanca dabînkirina azadiya fîzîkî ya rêberê gelan birêz Abdullah Ocalan re dibe yek, vîna çareseriyê ya jinan bi awayekî şênber datîne holê.

‘Çareseriya pirsgirêka Kurd mijara herî lezgîn e’

Îro li Tirkiyeyê çareseriya demokratîk û aştiyane ya pirsgirêka Kurd, meseleya herî lezgîn û nikare bê taloqkirin e. Li ser vê bingehê banga Aştî û Civaka Demokratîk a ku di 27’ê Sibata 2025’an de li Girava Îmraliyê hat kirin û gavên piştî wê hatin avêtin, derfeteke mezin pêşkêş dikin.

‘Em ê têkoşîna azadiyê bi aştiyê tacîdar bikin’

Weke TJA, em di ferqa wê de ne ku têkoşîna aştiyê wêrekî û biryardariyê dixwaze. Mezinkirina îdia û biryardariya me, têkoşîna avakirina jiyana azad û wekhev, ji duh xurttir e.
Bi îdiaya ku qonaxa dawî ya Banga Aştî û Civaka Demokratîk dê bibe ronesansa jinan, em ê têkoşîna azadiya jinan bi aştiya civakî tacîdar bikin.

‘Em azadiya Abdullah Ocalan weke azadiya xwe dibînin’

Îro hemû jin, di serî de jinên Kurd ên ku encamên polîtîkayên şer di asta herî jor de dijîn, azadiya rêberê gelan birêz Abdullah Ocalan ku vîna aştiyê nîşan daye, wekî azadiya xwe dibînin. Divê were zanîn ku hêza pêşeng a vîna ku dê dawî li vê pergala şer, rant û talanê mezin dike, bîne em in. Li dijî hemû hêzên ku dixwazin li pêşiya riya aştî, edalet û azadiyê astengiyan derxin, em careke din bi bîr dixin ku di ser bangawaziya rêberê gelan birêz Abdullah Ocalan a ji bo Aştî û Civaka Demokratîk re salek, mehek û 23 roj derbas bûn.

‘Milyonan peyama çareseriyê da’

Di vê demê de, di serî de gelên Kurdistanê, gelên Tirkiye û cîhanê piştgiriyeke xurt dan banga Aştî û Civaka Demokratîk. Ji ber ku meclîs di vê pêvajoyê de di aliyê avakirina hiqûqa aştiyê de li gorî pêwîstiyê çalak nebûye, helwestek nezelal nîşan daye, dem dirêj kiriye û gavên pêwîst navêtine, di nava civakê de li dijî pêvajoyê bêbaweriyek heye. Lê vîna çareseriyê û hêviya aştiyê her dem zindî hat girtin. Nexasim di 8’ê Adarê de, Newroz û di 4’ê Nîsanê de bi milyonan qad dagirtine û peyama çareseriya demokratîk û aştiyê bi awayekî zelal nîşanî hemû otorîteyên berpirsiyar û biryardar dane.

‘Divê pêvajo bikeve qonaxa duyemîn’

Niha divê pêvajo bi lezgînî bikeve qonaxa duyemîn lê ji bo birêvebirineke bi rêk û pêk a pêvajoyê û derbasbûna qonaxa duyemîn pêwistî bi dabînkirina şert û mercên muzakereyê yên bêkêmasî heye. Riya encamgirtina muzakereyan jî ew e ku alî di nava mîsogeriya hawirdoreke wekhev, azad û ewle de tevlî pêvajoyê bibin.

‘Şertên muzakereyê nehatine afirandin’

Lê heta îro ev prensîba bingehîn a muzakereyê nehatiye pêkanîn. Muzakarevanê sereke rêberê gelan birêz Abdullah Ocalan, ji bo çareseriya demokratîk, wekhevîparêz û azadîxwaz a pirsgirêka Kurd û avakirina aştiya mayînde, xebatên xwe bêyî şert û mercên jiyana azad û ragihandinê werin dabînkirin, dimeşîne.

‘Sermuzakerevan Abdullah Ocalan e’

Di van şert û mercan de serkeftina pêvajoyê û pêşveçûna wê ne pêkan e. Li ser bingeha muxatabiya ku bi vîn û têkoşîna dîrokî ya gelê Kurd şêwe girtiye. Birêz Ocalan muxatabê resen û muzakerevanê sereke yê pêvajoyê ye.”

Girseyê bênavber dirûşmên, “Mafê hêviyê mafê gelan e”, “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” berz kirin, daxuyanî bi dirûşm, tîlîlî û çepikan bi dawî bû.