Kongra Star: Damezrandina Kongra Star bi jin jiyan azadî tacîdar bû

Rêxistina Kongra Star a Rojava bi daxuyaniyeke nivîskî salvegera damezrandina Kongra Star li tevahî jinan pîroz kir.

Qamişlo- Yekitiya Star di 15’ê Çileya 2005’an de hat damezrandin, bi şoreşa Rojavayê Kurdistanê re Yekitiya Star gavên mezin avêt û dikaribû bi mezinbûna xwe tevahî jinan hembez bike ku ji Yekitiya Star derbasî Kongra Star bû. Bi boneya salvegera damezrandina Rêxistina Kongra Star, Koordînasyona Kongra Star daxuyaniyek nivîskî weşand û diyar kir ku 18’emîn salvegara damezrandina Kongra Star bi dirûşma jin jiyan azadî tacîdar bûye.

Daxuyaniya ku hat dayîn wiha bû:

“Di vê rewşa hestiyarî de ku cîhan tevahî di nava aloziyeke pir mezin de ye em jî parçeyeke ji vê aloziyê ne û herî zêde bandora xwe ev 10 sal zêdetir didomîne ji ber em weke Sûriyeyê, bi taybetî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beşeke jê ne. Di vê pêvajoya ku her diçe girantir dibe û ji hemû milan ve alozî kûrtir dibe, em weke Rêxistina Kongra Star bi rêxistinkirina jinan di nava hemû qadan de, hişmendiya xwebûn, azadîxwazî û xweparastinê bi hemû rê û rêbazan didin vejînkirin. Di heman demê de em dikaribûn bi hemû fikrên xwe li hemberî polîtîkayên serdestan helwest bidin nîşandan. Ev helwest bi sekna jinan a sala 2022’an diyar bû, bi dirûşma “Jin jiyan azadî” ku di serhildana Rojhilatê Kurdistan û tevahî Îranê de, di şexsê Jîna Emînî de û bi pêşengiya jinan hişt ku heya roja îro ev serhildan berdewam bike û bi demê re veguhere meşa azadiya jinan a bênavber.”

‘Hemû pêşengên xwe bi bîr tînin’

Di berdewama daxuyaniyê de êrîşên dewleta tirk hatin şermezarkirin û cangoriyên jin ên ku di sala 2022’an de jiyana xwe ji dest dane hatin bibîranîn û wiha hat gotin: “Di sala 2022’an de herêm û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hemberî êrîşên pir mezin, li hemberî vê yekê berxwedaniyeke bêhempa hat meşandin û di encama van êrîşan de windahiyên pir mezin çêbûn. Bi taybetî jî di asta pêşengan de. Bedelên pir giran hatin dayîn di şexsê şehîdên qehreman ku bûn sembola berxwedana cewherî ya jinan mîna Zenyeb Saroxan, Hediye Brahîm û hemû şehîdên pêşeng ên jin ên vê salê de ku bûn armanca êrîşan, Jiyan Tolhildan, Roj Xabûr, Barîn, Zîlan, Bêrîvan, Nagîhan, Delal, Sosin, Nûjiyan, Mizgîn Rojhilat, şehîdên Gurza Gelan, Şehîdên komkujya Parîsê ya yekemîn Sakîne Cansîz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez, komkujiya Parîsê duyemîn Emîne Kara ku em bi minetdarî wan bi bîr tînin.”

‘Salvegera Kongra Star pîroz dikin’

Di dawiya daxuyaniyê de salvgera damezrandina Kongra Star li tevahî jinan hat pîrozkirin û daxuyanî wiha hate bi dawî kirin: “Berxwedana jinan ya li tevahî cîhanê heyî bingeha xwe ji nerazîbûnên hişmendiya netew-dewletê digire û li ser vî bingehî têkoşîna me jinan bênavber didome heya bidestxistina mafê xwe yê xwezayî ku bi zorê  hatibûne girtin. Di 18’emîn salvegera Rêxistina me Kongra Star de, dîsa bi helwesteke xurtir, îdiayeke bi hêztir û hişmendiyeke xweparastinê em ê projeya xwe ya ku armanca wê azadkirina tevahî jinan ji zilm û zordariyê û avakirina civakeke li ser hîmên demokrasî, azadî û wekheviya zayendan e pêk bînin. Ev yek encax bi hevgirtina jinan li tevahiya cîhanê û bilindkirina asta tekoşînê li ser erdê em dikarin pêk bînin. Dîsa em dibêjin felsefeya Jin jiyan azadî ku bûye formulek efsanewî wê riya çareseriyê ji hemû aloziyên jiyanê re veke. Bi ve wesîleyê em 18’emîn salvegera rêxistina xwe Kongra star pîroz dikin.”