Ji Meclîsa Jin a Partiya Sûriye ya Pêşerojê panela parastina destkeftiyan

Di bin dirûşma “Têkoşîna me ji bo parastina destkeftiyan û temînata şoreşa me ye” Meclisa Jinan a Partiya Sûriyeya Pêşerojê, panelek li dar xist.

Qamişlo – Bi armanca nîqaşkirina destkeftiyên Şoreşa Rojavayê Kurdistanê û mayindekirina wê ji bo demên pêş her wiha nirxandina rewşa jinan û destkeftiyên ku bi dest xistine di van salên şoreşê de, Meclisa Jinan a Partiya Sûriyeya Pêşerojê panelek di bin dirûşma “Têkoşîna me ji bo parastina destkeftiyn û temînata şoreşa me” li bajarê Qamişlo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dar xist. Di panelê de Koordînasyona Jinan, Rêxsitina Kongra Star, Meclisa Jin a Tevgera Civaka Demokratîk Tev-Dem û nûnerên Meclisa Jinan a Partiya Sûriyeya Pêşerojê ya Herêma Firatê amade bûn.

‘Destkeftiyên jinan di Şoreşa Rojavayê Kurdistanê de’

Sekretera Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Sîham Dawûd der barê destkeftiyên jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, çawaniya parastin û pêşxistina wan û girîngiya belavkirin û xurtkirina ramana demokratîk li hemû deverên cîhanê de nirxand û wiha pêde çû: “Şoreşa me, şoreşa jinan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, şoreşeke civakî, zîhnî, gelekî dewlemend û pir bi nirx e. Vê şoreşê li ser rastiya heyî ya bi êş ji bo jinan rastiyeke nû afirand. Di heman demê de şoreşa rêzgirtin û hurmeta ji cewherê jinan û girêdana wê bi rastiya xwe ya cewherî û gihandina wê re. Di nava şoreşê de destkeftiyên herî diyar ên jinan ev in; temsîliyeta jinan di nava Rêveberiya Xweser de (Sîstema hevserokatiyê), Artêşa Jin (Yekîneyên Parastina Jin YPJ û Asayîşa Jin), Îsbatkirina jinan ji hebûna xwe re di qada siyasî de, Pêşxistina jinan di warê aborî de, xurtkirina di warê çapemeniyê de, Desteya Jina û Koordînasyona Jin li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de û rêxistinên jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.”

Ramana demokratîk taybetmendiya jinan e’

Sîham Dawûd bal kişand ser taybetmendiya jinan a ku bingeha wê demokrasî û firkra demokratîk e ku pêwîst e xurt bibe û di nava civakê de rûnê. Her wiha rola jinan di parastina destkeftiyan de di vê dema dîrokî de û got: “Bêşik demokrasî û ramana demokratîk taybetmendiya jinan e ku divê di civakê de bi hêz bike û bike yek. Di qonaxa dîrokî ya niha ya ku em tê re derbas dibin de erkek bingehîn a jinan e, pêwîst e bizane ku erk û wezîfeya wê mezin in. Em weke jin ne tenê di warê parastina maf û azadiya jinan de erkên mezin digrin ser milên me divê ji bo rizgarkirina civakê û azadkirina wê bixebitin. Her wiha erka me ye ku em destkeftiyên jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê biparêzin û bikin bingeh û stûna sereke ji bo piştgiriya hemû jinên Sûriyeyê bi taybetî, Rojhilata Navîn û cîhanê bi giştî. Veguherandina mîrateya têkoşînê ya jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo mîrateya jinên cîhanê ku hemû tevgerên jinên Rojhilata Navîn û cîhanê jê sûd bigrin.”

‘Li dijî zîhniyeta desthilatdar a mêr li cîhanê yekna nêrînên jinan pewîst e’

Sîham Dawûd herî dawî kar û xebatên ku dikeve ser milên wan ji bo yekbûna nêrîna jinan û parastina hebûna wan, wiha rêz kir: “Li dijî zîhniyeta desthilatdar a mêr li cîhanê pêwîst e ku ev kar û xebat bên meşandin. Bi temînatên qanûnî di jiyana siyasî de rêjeya temsîliyeta jinan zêde bibe. Bi pêşxistin û piştgirîdayîna projeyên bihêzkirina siyasî û aborî û warên din ji bo jinan, bihêzkirina jinan di warê siyasî de. Belavkirina çanda parastina rewa di nav jinan de û bêtir nasandina kesayeta wan ji bo ku ew bi qanûn û mafên xwe fêr bibin. Bi riya ragihandinê bilindkirina hişmendiya jinan û organîzekirina qadeke medyayî ku ji bo axaftina li ser mafên jinan û dûrxistina qalibên li ser jiyana jinan hatiye veqetandin. Ji bo danasîna ezmûna Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kar bikin ji bo vekirina kanalên ragihandinê bi hemû tevgerên jinan ên navdewletî re.”