Kongra Star bang li NY kir ku Rêveberiya Xweser a Şengalê nas bikin

Rêxistina Kongra Star a Bakûr û Rojhilatê Sûrî bi boneya 8’emîn salvegera fermana 74’an a li ser civaka Êzidî hat pêkanîn daxûyaniyekê nivîskî parve kir.

Navenda Nûçeyan - Rêxistina Kongra Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi boneya salvegera 8`emîn a Komkujiya Şengalê daxuyaniyeke nivîskî parve kir. Meclisa Kongra Star di daxuyaniyê de kesên ku di fermana 74’an de jiyana xwe jidest dane bibîr anî û da zanîn ku divê Rêveberiya Xweser a Şengalê bê nasîn.

Daxuyaniya Kongra Star bi vî rengî ye:

“Wekî Kongra Star a Rojava-Bakur û Rojhilatê Sûriyê em komkujiyê qirkirinê ya li dijî Êzidiyên Şengalê ya 3`yê Tebaxa 2014`an, şermezar dikin. Çeteyên DAIŞ`ê bi desteka dewleta Tirk xwestin koka gelê Kurd ê resen biqelînin, wan zêdetirî 5 hezar jin revandin û hîna jî aqûbeta geekan ji wan nayê zanîn, bi hezaran jin, kalemêr û zarok jî li pêş çavên cîhanê hatin kuştin.

Komkujiya ku li dijî civaka Êzidî pêk hat, bi lihevkirinên plankirî û piştevaniya yekser a hevalbendên çeteyên DAIŞ`ê yên herêmî û navneteweyî û di serî de dewleta Tirk û bi hevkariya PDK`ê û hin aliyên din, pêk hat.

Di salvegera 8`emîn a vê komkujiyê de, em hemû şehîdên komkujiyê bi rêzdarî bi bîr tînin. Ev komkujiya ku DAIŞ`ê di 3`yê Tebaxa 2014`an de kirî û civaka êzidî wekî fermana 73`an bi nav dike, berdewamiya komkujiyên di dîrokê de li dijî gelê Êzidî pêk hatine bû. Armanc jê qirkirina Êzidiyan û tunekirina dîrok û çanda wan bû. Ji lew re, fermana 73`an di dîrokê de fermana herî mezin li dijî Êzidiyan e. Lê ruxmî ku bi dehan komkujî û ferman li gelê Êzidî rabûne, ew hîna li ser xaka xwe ne û hebûn, çand û baweriya xwe diparêzin.

Di salvegera komkujiyê de hikumetên Iraqê û Herêma Kurdistanê ji bo parastina Êzidiyên Şengalê tiştek nekirin. Rêveberiya Xweser a Şengalê encama fedekariyên keç û xortên Êzidiyan bû, yên ku ji ber DAIŞ’ê û komkujiyên di dîrokê de li dijî wan pêk hatine, gelek êş û azar kişandin.

Em bang li NY, YE û civaka navneteweyî dikin ku qirkirina li djiî Êzidiyan di 3`yê Tebaxa 2014`an de pêk hatî nas bikin, her wiha Rêveberiya Xweser a Şengalê nas bikin.”