Kongra Star 8’ê Adarê li jinên kedkar pîroz kir

Bi boneya 8’ê Adarê, Kongra Star a Kantona Hesekê serdana Meclisa Malbatên Şehîdan a Knatona Hesekê, firina nan û kargehan kir.

Hesekê-Di çarçoveya Rêzeçalakiyên 8’ê Adarê de îro Kongra Star a Kantona Hesekê serdana Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Hesekê, firina Nan a Taxa Til Hecer û kargeha Xezil kir û 8’ê Adarê li jinên kedkar pîroz kir. Jinên Kurd, Ereb û Ermen bi cil û bergên folklorî 8’ê Adarê li hev pîroz kirin.

‘Felsefeya Ocalan keda jinan a dîrokî diparêze’

Endama Koordînasyona Kongra Star a kantona Hesekê Rîma Îsa 8’ê Adarê pîroz kir û got: “8’ê Adarê ji bo me rojeke dîrokî ye. Roja berxwedan û têkoşîna li hemberî desthilatdarî û neheqiyê ye. Di dîrokê de jinan gelek li ber xwe dane, têkoşîn û ked dane lê tu kes li vê ked û berxwedaniyê xwedî derneket ji bilî Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan. Bi riya fikir û felsefeya wî jinan gavên pêşketî avêtin. Em ê bi ruhê 8’ê Adarê Rêbertiyê fîzîkî ji zindanê azad bikin, çawa ku ew xwedî li keda me derket em ê jî li keda îmraliyê ya 25 salan xwedî derkevin û wî bi fizîkî azad bikin.”

‘Şoreşa jinan xwedî li keda jinan derket’

Rewha Mihemd yek ji jinên kedkar a di firina Til Hecer de dixebite 8’ê Adarê pîroz kir û wiha anî ziman: “Em li firina nan kar dikin, di karê xwe de ez pir rehet im û wekhevî heye. 8’ê Adarê ji bo me bingeh û watedar e. Eger ne ji keda jinan û berxwedaniya wan bûya îro em ê nikaribûna vê rojê bibînin û bi azadî kar û xebatê bikin. Bi taybetî jinên Ereb di bin koletî û kevneşopiya civakê de hatibûn fetisandin lê piştî şoreşa jinan gavên pêşketî hatin avêtin.”