Hatîce Koçabaşa ku li dijî şîrketên madenê axa xwe parast dê were darizandin

Der barê Hatîce Kocabaş a 75 salî ku li gundê Avdan ê Denîzliyê li dijî şîrketa madenê axa xwe parast doz hat vekirin.

Navenda Nûçeyan- Li gundê Avdan ê navçeya Tavasa Denizliyê, li dijî xebatên Şîrketa Bazirganî û Senayî û Enerjiya Madenkariyê ya Avdanê, berxwedana gundiyan didome. Tevî biryara dadgehê ya rawestandinê jî li gund xebatên madenê didomin. Der barê Hatîce Kocabaş a 75 salî ya li gund axa xwe diparêze de ji aliyê şîrteka madenê ve doz hat vekirin. Doza der barê Hatîce Kocabaş a ku bi îdiaya derbkirina 5 madenkaren hatiye vekirin, danişîna pêşî dê li Dadgeha Caza ya Asliyeyê ya Tevasê were dîtin.

‘Em komirê naxwazin hilberînê dixwazin’

Beriya danişînê Hatîce Kocabaş, daxuyanî da û got ku ew ne komurê, dixwazin hilberînê bikin û got:  “Tevî biryara lezgîn a giştîkirinê jî, me biryara rawestandina kar jî girtibû lê me bihîst ku Şîrketa Bazirganî û Madenkariyê ya Avdanê tevî biryara dadgehê jî xebatên xwe didomîne. Niha jî bi îdiaya ku min karker û muhendîsan derb kiriye, der barê min de doz hatiye vekirin.”

Li aliyê din Change.org bi hastagha li Tirkiyeyê gundiya ku axa xwe diparêze tê darizandin! #Xaltiya Hatîce bi tenê nîn e, li dijî bêhiqûqiyê dest bi kampanyaya îmzeyan kir.