Konferansa 3’emîn a Komîteya Aboriya Jin hat lidar xistin
Konferansa 3’emîn a Komîteya Aboriya jin a kongra star bi biryarên girîng ji bo avakirina civakek aboriya komînal hat lidar xistin.
Hesekê – Komîteya Aboriya Jin a yek ji komîteyên bingehîn a Kongra Star e bi dirûşma “Em bi pêşengiya jina azad aboriya civakê bipêş bixin û serkeftina şerê gel ê şoreşgerî mîsoger bikin” bi beşdarbûna 300 delegeyên ji Endamên Koordînasyona Kongra Star a kantona Hesekê û Qamişlo, Desteya Jin, Berdevkên Komîteyên Aborî yên Kongra Star, Endamên Rêvberiyên Xebatê Kooperatîfan, Yekîtiya Jinên Ermen, Yekîtiya Jinên Suryan û MSD’ê 3’emîn konferansa xwe lidar xist.
Komîteya Aboriya Jin a di sala 2015’an de bi pêşengiya Delal Nûrhak a yek ji pêşengên têkoşîna azadiya jinê ku 13’ê Îlona 2019’an de li Heremên Parastina Medyayê di encama êrişên dewleta tirk de jiyana xwe jidest da, bi armanca avakirina jiyan û xebatek komûnal a jinan kar û xebatên xwe bimeşîne hat avakirin. Di nav dû salan de pirojeyên dirûnxane, karê destan, firoşgeh, werşeyên mobîliya star, avakirina tenûran, xwedîkirina pez, meştel, çandinî , meceneya mirşkan, xwedîkirina çêlekan, çandina gulan, komkirina gihayên xwezayî , çandiniya genim û pirojeya semada xwezayî, bipêş xistiye.
Di Konferansa 3’emîn a Aboriya Jin a ku li ser dovîzê li gel wêneyê Delal Nûrhak wêneyê Hevseroka Nivîsgeha Edaletê ya Rêveberiya Xweser Zeynep Saroxan a 27’ê Îlona 2021’an de di encama êrişê dewleta Tirk a li ser riya Qamişlo jiyana xwe jidest dabû, cih girtin de bi armanca zindîkirina berhemên pîroz ên jinan di konferansê de pêşengehek ji karê destan, cil û bergên kurdî, amûrên kevnar û dîrokî hatibû vekirin.
Berdevka Kongra Star a Rojava Remziye Mihemed a di konferansê de axivî, bal kişand li ser jiyan û têkoşîna Delal Nûrhak û destnîşan kir ku avakirina Komîteya Aboriya Jin yek ji berhemên wê yên pîroz in. Remziye Mihemed destnîşan kir ku armanca sereke ya Komîteya Aboriya Jin avakirina civakek aboriya komînal û bipêşxistina kooperatîfan e û wiha got; “Li darxistina vê konferansê amadekarî ji bo bi biryarên girîng û serkeftî em bikaribin kongrê xwe yê Kongra Star a 9’emîn li darbixin. Rengê aboriya civakê hatiye guhertin ji bo wê pêwist e em xwe bi rêxistin bikin û li gorî perspektîvên Rêber Ocalan bimeşin da ku em bikaribin li hemberî hişmendiyek desthilatdar ku xwe li ser mijandina xwîna civakê dide avakirin.”
Piştî nîqaşên girîng ên li ser kar û xebatên dû salan, plansaziya xebatên dû salên pêş hat derxistin. Di pilansaziyê de hat ser ziman ku dê akademiyek birdozî ya bi navê Delal Nûrhak bê vekirin, her wiha dê xebatên kooperatîfan bê bipêşxistin û ji bo pêşxistina kar û xebatê gelek biryarên cûda jî hatin girtin.
Konferansa sêyemîn bi daxuyaniyekê bi dawî bû. Di daxuyaniyê de bal hatkişandin li ser girîngiya danasîna dîroka aborî bi riya perwerdeyan û pêşxistina kar û xebatê li ser bingehê jiyana komunal. Her wiha hat ser ziman ku dê bi pêşengtiya Komîteya Aborî ya Kongra Star meclisa aboriya jin were avakirin.