Bi hezaran kes li dijî çekên kîmyewî meşiyan
Bi hezaran kesên li bajarokê Tilqebîn ê Silopiyayê heya deriyê sînor yê Xabûrê meşa hatî kirin tax vegeriyan qada têkoşînê.

Navenda Nûçeyan - Bi hezaran kesên meşa ku heta deriyê Sînor yê Xabûrê li bajarokê Tilqebîn ê Silopiyayê destpê kir. Meşa li dijî bikaranîna çekên kîmyewî bi dirûşama “Li Dijî Çekên Kîmyewî Meşa Mirovahiyê” bi pêşengtiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alîkariya Bi Kesên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine (MEBYA-DER), Komeleya Piştevaniya Bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran Re (TUAY-DER), Komeleya Lêkolînên Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER), Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (NÇM), Platforma Koçberiyê, Meclisa Ciwanan a HDP’ê û Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê bi hezaran kes hatin gel hev.
Hemû rê hatin qepatkirin
Beriya meş destpê bike, rêyên ku diçin ber deriyê sînor yê Xabûr ji aliyê bi hezar leşker û polîsan ve hate girtin. Di navde hevserokên giştî yê DBP Saliha Aydeniz û Keskin Bayindir, bi hezaran kes di xalên cûda de hatin gel hev, cihê lê kombûnê heya ber binahiya qezaya Tilqebin ya rêxsitina HDP’ê meşiyan. Girse bi rêyên cûda çiya û newal derbaz kirin û gihan Tilqebînê.
Ava şid û bombayên gazê hate bikar anîn
Girseya ku giha Tilqebinê Leşkeran bi ava şid û bombeyên gazê êrişî girseyê kirin, girseya ku li dijî êrîşan belav nebûn, cardin bi rêyên cûda gihan komên din û dest bi meşê kirin. Bi hezaran kes li nava zeviyan ber bi Rêya Armûşê ve dest bi meşê kirin. Di meşê de bênavber çepik tên li têxistin, tililî tên berzkirin û girse dirûşmên “Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedana Zapê", "PKK gel e û gel li vir e” û "Bijî berxwedana gerîla” berz kirin.
Meş li bermaberî hemû êrîşan berdewam dike
Demekî piştre girse gihişt ser Rêya Armûşê ku ber bi Deriyê Sînor ê Xabûrê ve diçe. Li vir, leşkeran xwest asteng bike, girseyê rê li trafîkê girt, ji ber vê yekê leşkeran careke din bi ava şid û bombeyên gazê êrişî girseyê kir. Girseyê piştî ku demekî dirêj rê li ber trafîkê girt, piştre di kuçeyên navber de gireseyê rêya xwe berdewam kir, girseyê di aliyekê de meşa xwe berdewam dikir, di aliyê din de jî têkoşîna yekitiyê dikin. Di vê navberê de leşkera bi fîşekên plastîk û bombeyên gazê êrîşî girseyê kirin yek li Parlamentera HDP’ê Nûran Îmîr ket. Ji ber guleya plastîk ya li singê wê ketî, li ser hişê xwe ve çû.
Kesên hatin binçav kirin hene
Têkoşîna girseyê ya ku ji bo meşa xwe bikin, êrîşên leşkaran hîn dijwartir bûn. Leşkeran li ber binaya HDP’ê bi deqeyan gule avêtin esmanan. Hat zanîn ku kesên hatine binçavkirin hene. Têkoşîna ku li rêya Armûşê mezin dibe û berdewam dike.
LI STENBOLÊ BINÇAVKIRIN HENE
Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Hêzên Yekbûyî yên Têkoşînê (BMG) li Stenbolê li dijî bikaranîna çekên kîmyewî çalakiya protestoyî li dar dixin. Çalakî bi çepik û sloganan li Kolana Misê ya li Kolana Îstîklalê dest pê kir.
Girseya gel a bi dirûşmên "Zext nikare serî bi me bitewîne" û "Ji sûcên li dijî mirovahiyê re na" xwestin biçe Kolana Îstîklalê, rastî astengiya polîsan hat. Li vir 2 kes hatin binçavkirin. Pişt re Aktîvîstê Nobeda Edaletê Kumri Akgul û 2 kesên ku li kolanê rûniştibûn hatin dorpêçkirin, derbkirin û binçavkirin.
Bi kelepçeyan hatin binçavkirin
Girseya ku ku li ber Lîseya Galatasarayê sekinî, li Kolana Îstîklalê bi meşekê girseyî êrîşên kîmyewî protesto kirin. Girse ji aliyê polîsan ve hat astengkirin. Gelek kesên ku astengiya polîsan bi dirûşmeyên xwe protesto kirin hatin binçavkirin. Hate hînbûn ku 5 kes bi kelepçeya paş hatin binçavkirin.
Berxwedana girseyê ya li dijî astengiya polîsan didome.