Konferansa Jinan a Cîhanê her sê pêşengên Şoreşa Jinê bibîr anî

Konferansa Jinan a Cîhanê ji bo fermandarên YPJ û QSD’ê Jiyan Tolhildan, Roj Xabûr û Barîn Botan ên beşdarî Foruma Şoreşa Jinê bûn û piştî ji forûmê derketin ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin, peyamek weşand.

Navenda Nûçeyan – Konferansa Jinan a Cîhanê ji bo Fermandarên YJP û QSD’ê Jiyan Tolhildan, Roj Xabûr û Barîn Botan ên ku di 22’ê Tîrmehê de li Qamişloyê beşdarî Foruma Şoreşa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûn û piştî derketina derve ji aliyê dewleta tirk ve hatin qetilkirin, peyama sersaxiyê weşand. Di peyama ku endamên Koordînasyona Ewropayê Halînka Augustîn û Sûse Bader li ser navê Konferansa Jinan a Cîhanê parve kirin de bal li ser hevgirtinê hat kişandin.

Peyama Konferansa Jinan a Cîhanê wiha ye;

“Em 10’emîn salvegera şoreşa Rojava li we pîroz dikin. Têkoşîna leheng a demokrasî û azadiyê di 19’ê Tîrmeha 2012’an de li Kobanê dest pê kir. Di encamê de DAIŞ bi awayekî serketî ji herêmê hate derxistin. Di encama têkoşîna we de ku jin di nava yekîneyên xwe de li ber xwe da, mafên herî mezin ên jinan li herêmê hatin bidestxistin. Lê ji bo vê jî bedelên mezin hatin dayîn, nêzî 11 hezar şervan jiyana xwe ji dest dan û 21 hezar şervan jî birîndar bûn. Û ne tenê şervan di şer de jiyana xwe ji dest dane.

Em hîn bûn ku di salvegera şoreşê de 3 şervanên jin ên pêşeng ji aliyê artêşa tirk ve hatine kuştin. Navê wan Jiyan Tolhildan, Roj Xabûr û Barîn Botan e. Di 10’emîn salvegera şoreşê de bi soza berdewamkirina têkoşîna demokrasî û azadiyê hatin bibîranîn.

Serkeftina mezin a avakirina Federasyona Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bê guman e. Weke Jinên Cîhanê em ji destpêkê ve li cem we ne. Me bi gera ku li welatên Ewropayê bi dirûşma "Dilê me ji bo şervanên Rojava lêdixe" li welatên Ewropayê pêk anî, me têkoşîna we da nasîn û hevgirtina xwe ya navneteweyî nîşan da.

Îro herêma we dîsa di bin êrîşên dijwar de ye. Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê neçar ma ku rewşa awarte ragihîne. Êrîşên rejîma tirk ên Erdogan ên li ser Rojava û Başûrê Kurdistanê û gefên dagirkeriyê yên artêşa tirk serketinê dixe xeterê.

Geşedanên heyî pêwîstiya yekîtiyeke navneteweyî, antî-emperyalîst û antî-faşîst radixe ber çavan. Platforma nû ya antî-emperyalîst û antî-faşîst a ku em di Konferansa Jinan a Cîhanê de ava dikin, divê gelek alîgiran bigire nava xwe û di pratîkê de xwe îspat bike.

Hevalên hêja yên şervan,

Em di salvegera we de hevgirtina xwe ya bêdawî û silavên xwe yên di têkoşîna cîhanek nû ya aştî û azadiyê de ji we re dişînin.

Bijî hevgirtina navneteweyî.

Li ser navê Konferansa Jinan a Cîhanê

Endamên Koordînasyona Ewropayê

Halinka Augustin û Suse Bader"