Konferansa Jinan a Cîhanê bi nîqaşên çareseriya pirsgirêkan didome

Xebatên roja sêyemîn a 3’yemîn Konferansa Jinan a Cîhanê li Tûnisê bi atolyeyên ku tê de tekezî li ser pêwîstiya dîtina çareseriyên cidî ji pirsgirêkên jin û keçan re hate kirin, berdewam kir.

NAZIHA BOUSSIDI/ZOUHOUR MECHERGUI

Tûnis - Di roja sêyemîn a 3’yemîn Konferansa Jinan a Cîhanê ku bi gelek atolyeyan dest pê kir, rewşa keçan a di bin pergala kapîtalîst de û pirsgirêkên wan hate nîqaşkirin.

Beşdaran destnîşan kirin ku haydariya wan ji giringiya teşhîskirina pirsgirêkên wan gava yekem e ji bo dîtina çareseriyan û li ser hikûmetan pêkan kirina daxwazên xwe.

Her wiha bal kişandin li ser girîngiya pêşxistina şêwazên têkoşînê di serdema globalbûnê û înternetê de ji bo ku dengê wan were bihîstin û daxwazên wan were pêkanîn.

Jinan li ser kêşeyên ku ji bo bidestxistina wekhevî û îmkanên bihêzkirina wan pê re rû bir û dimînin axivîn û hişyarî dan li ser metirsiya berdewamkirina siyaseta dûrxistin û biçûkxistina wan.

Beşdaran bal kişandin li ser vê yekê ku pêwîstiya wan bi yekdengiyê heye ji bo şerê li dijî nerînên rejîmên serdest ên ku ji bo zêdekirina kontrolê û bidestxistina desthilatê, bi bikaranîna hêza ewlekarî û leşkerî kar dikin, bikin.

“Em ne li hemberî hev, li hemberî emperyalîzmê re di nav nakokiyê de ne”

Çalakvana ciwan a Tûnisî, Emanî Bin Obêd got ku ji bo pêşerojeke baştir ji bo jinên ciwan dema şikandina astengiya tirs û bêdengiyê hatiye û wiha axivî: “Pêwîst e ev kom li ser pirsgirêkên wan bên perwerdekirin û bi jinên ciwan ên ji welatên cuda re ezmûn û tecrubeyên xwe parve bikin. Zehmetiyên ku jinên ciwan di cîhanê de dikşînin cihêkariya zayendî, îstîsmara aborî, tecawiz, şîdeta bi pergalî ye.”

Endama Ofîsa Siyasî ya Eniya Gel a Rizgarkirina Filistînê Meryem Ebû Deqa wiha got: “Erka me ew e ku em çîroka Filistînê bigihînin hemû cîhanê. Em ê têkoşîna xwe bidomînin. Ez ji jinên cîhanê re şîret dikim ku hevdu nas bikin û bibin yek, em ne bi hev re, bi emperyalîzmê re di nav nakokiyê de ne û ji ber vê yekê divê em piştgiriyê bidin hev û refên xwe bikin yek. Konferans derfetek e ku em bi rêxistinên jinan ên cîhanê re tevbigerin û pirsgirêkên xwe yên hevpar pêşkêş bikin.”