Hesekê – Kampanya “Em hemû YPJ ne” ku 26'ê Nîsanê ji aliyê Platforma Çalakiyên Hevbeş a Tevger û Rêxistinên Jinan ên li Rojavayê Kurdistanê ve ji bo piştgiriya bi Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) hat destpêkirin. Di vê çarçoveyê de îro Kongra Star a kantona Hesekê û Meclîsa Jinan a Kongreya Îslama Demokratîk û Hêzên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) komxebatek diyalogî li xwarîngeha Mişwar li dar xistin.
Di komxebatê de du mijarên sereke hatin destgirin. Mijara yekem bi sernavê “biryardayîna di dema zordariya olî û yasayî de” ji aliyê koordînasyona Kongar Star a kantona Hesekê Ala Îbrahîm û koordînatora Meclîsa Jinan a Kongreya Îslama Demokratîk Xilûd Ebdo ve hatin dayîn. Mijara duyemîn bi sernavê “Jin û Parastin” Ji aliyê endama Konseya Leşkerî ya YPJ’ê Kurdistan Koçer ve hat pêşkêşkirin .
Piştî nîqaşên ku li ser girîngiya piştgiya bi YPJ’ê re hatin kirin, encamname ji aliyê endama Koordînasyona Kongar Star a kantona Hesekê Ala Îbrahîm ve hat xwendin .
Encamname wiha ye:
- Divê ku bendên destûrî yên zelal ku mafên tevahî jinan garantî dikin û beşdariya wan a siyasî, civakî û leşkerî bêyî cudahî diparêzin hebin.
- Misogerkirina temsîliyeta rastîn û dadwer a jinan di komîteyên nivîsandina destûrî û di hemû sazî û dezgehên biryardayînê yên dewletê de.
- Bi fermî naskirina rola jinên Sûriyeyê, têkoşîna wan û bedelên ku di parastina civakê û avakirina aştî û aramiyê de dane.
- Piştgirî û parastina destkeftiyên ku jinan di warên curbecur de bi dest xistine.
-Bilindkirina têkoşîna ji bo naskirina YPJ’ê li Sûriyeyê.
Em tekez dikin ku her destûr an pêvajoyeke siyasî ku mafên jinan û rola wan a rastîn nas neke dê nikaribe nûnertiya Sûriyeyiyan bike û dê dadmendî û demokrasiya tê xwstin bi dest nexe.
Komxebat bi dirûşma “YPJ hebûna me ye” bi dawî bû.




