'Komkujî dê bi gelê Kurd gav paşve nede avêtin’

Çalakvana TJA'yê Nazile Tursun a têkildarî komkujiya li Parîsê hat jiyîn axivî, balkişand ku jinên têkoşînvan hatine hedef girtin û got: "Pergala heyî tirsa windakirinê êrîşî jinan dike."

Amed - Di encama êrîşa çekdarî 23’ê Kanûnê li dijî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya ya li Parîsê pekhat de, Evîn Goyî, Mîr Perwer û Abdurrahman Kizil hatin qetilkirin. Êrîşa ku bû sedema bertekên mezin ên raya giştî, nûnerên Kurd ên li Parîsê dijîn diyar kirin ku hedefa sereke ya êrîşê Evîn Goyî (Emîne Kara) bû. Jinan diyar kirin ku êrîş bi êrîşa di sala 2013'an de Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hatin qetilkirin re heman e, dan zanîn ku pergala heyî li hemû deverên cîhanê ji nasnameya jinên azad ên ditirse.

Çalakvana Tevgera Jinên Azad (TJA) Nazile Tursun diyar kir êrîşa hat pêkanîn li dijî jinên Kurd û gelê Kurd e û anî ziman ku pergala serdest a mêr û siyaseta wê di nava pergala dîrokî de her tim kesên rêxistinbûyî yên têkoşîn dimeşînin hedef digre. Nazile Tursun balkişand ku sala 2022'an tevî her tiştî jî saleke wek tijî têkoşîn û berxwedan derbas bû û diyar kir ku beriya sal xilas bibe wek heman êrişa di sala 2013'an de li Parîsê li hemberî 3 jinên Kurd hat pêkaanîn, re rû bi rû man.

'Komkujî bi awayî bizanebûn hat organîzekirin'

Nazile Tursun diyar kir ku komkujî bi awayekî pir vekirî li dijî şoreşger û kesên di nava têkoşînê de digrin e û wiha got: “Em dizanin ku ev di rewşa heyî de bi gef û êrîşên vekirî ya faşîzma AKP-MHP’ê ya hertim pêktîne re girêdayî ye. Dema em li hêza li pişt kesê ku vê tetîk kişandiye dinêrin, bi awayî zelal bi sûîqesta ku di sala 2013'an de ji aliyê MÎT'ê ve hat kirin re heman e. Her çiqas ji serî vê tê gotin ku ev çalakiyek nijadperestî ye jî, ev bi awayekî vekirî û zelal êrîşeke terorîstî ye. Komkujî bi awayekî hişmedn û plankirî hat organîzekirin. Dixwazin vê yekê wekî bûyerek kesek nijadperest pêkaniye, bigrin. Bi vê armancê dixwazin hêza li pişt vî sûcî di tarîtiyê de bihêlin. Ger ev qetlîama sala 2013’an a li Parîsê hat jiyîn ji aliyê dewleta Fransayê ve bi berfirehî bihata lêkolînkirin, dê îro ev cînayet nehatiba jiyîn.”

Nazile Tursun diyar kir ku ew bi zîhniyeteke ku gef li têkoşîna rêxistinbûyî ya jinan dixwo û dema pêwist bike ji qetilkirinê dudilî nabe re rû bi rû ne û bal kişand ku bi eşkerekirina nasnameya êrîşkara li Parîsê tê xwestin perdeya pişta komkujiya hat jiyîn, bê veşartin. Nazile Tursun dest nîşan kir ev ji bo AKP-MHP'ê çalakiyek asayî ye û da zanîn ku di komkujiya 2013'an hat jiyîn de têkiliya êrîşkar a bi MÎT'ê derket holê.

'Dê komkojiyan ji gelê Kurd re gav paşve nede avêtin’

Nazile Tursun balkişand li dijî êrîşan hêrsa gel dê zêdetir bibe û gav paşve navêjin û wiha axivî: "Herî dawî di daxuyaniya Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu de, bi rastî jî bi awayekî vekirî hate diyar kirin ku li pişt vê komkujiyê ew jî hene. Hewil didin bi êrîşên xwe yên hem li hundir û hem jî derve re vîna gelê Kurd û Jina Kurd teslîm bigrin. Lê belê di qonaxa niha de em bi vekirî û zelalî bibêjin ku dê ev zilm, zordarî û ev komkujiya ji gelê Kurd gav paşve nede avêtin. Berevajî wê, dê hêrsa vê hêj zêdetir bike. Dê bi vê hêrsa xwe re faşîzma AKP-MHP’ê jî bihilweşîne. Em jin di eniya xwe de têkoşîna vê birêxistinbûyî mezin bikin û ji faşîzmê hesab pirsîn, weke erka xwe ya herî mezin deynîn pêşiya xwe.”

‘Sistem ji tirsa windakirinê êrîşî jinê dike’

Nazile Tursun di berdewamiya axaftina xwe de diyarkir ku li hemû cihên cîhanê têkoşîna jina Kurd ya bi felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî’ bûye ilham û eve jî tirs xistiya di nava sistema mêrsalarî û wiha dom kir: “Li dijî sîstema mêrsalariyê, têkoşîna rêxistinkirî ya jinan heye, ji ber vê evê têkoşîna ku ev qas pêşketî, tirsek xistiye di nava sîstema mêrsalar de û li beramberî jinê êrîşên sîstematîk xistine holê. Bila ev kijan dewlet be bila bila ji bo jinê rewş nayê guhertin. Ji ber zihnyeta mêrsalarî bi siyaseta xwe sistem ava kiriye, li beramberî xwe têkoşîna jina azad ya ku jiyana alternatîf ava bike bivê nevê êrîşa pêşdixin. Îro li Îranê serhildanên jinan yên puştî qetilkirina Jina Mehsa Emînî bi dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ belavî hemû cîhanê bûye. Îro li dijî Talîban berxwedaniya jinên Afgan li se rvê felsefeyê berdewam dike. Li dijî vê sîstema ku li cîhanê heye têkoşîna jina azad ya rêxistinkirî vê yekê itîraz dike heye.”

‘Têkoşîna jina Kurd ji bo gel bûye hêvî’

Nazila Tursun destnîşan kir ku sedsala 21’an wê bibe sedala jinê û gelê Kurd û ji ber vê jî desthilat herî zêde êrîşî vê kesimê dike û diyarkir ku li dijî hemû êrîşan hertim wê jin hebin û wiha got: “Di rastiya ku Tirkiye têdeye, di vê pêvajoyê de faşîzim ewqas sazî bûye li dijî vê hertim jin li qadan bûn û li dijî faşizmê meydan xwendin. Ji ber vê dewlet bi zanabûn jinê dike hedef. Bi girtin  binçavkirin û girtinan dixwazin têkoşîna jinê kriminalize bikin. Qetilkirina Nagîhan Akarsel û êrîşa li Parîsê bi awayek Fizîkî berê xwe dane jinan. Dema em lê meyze dikin têkoşîna jinê di sedsala 21’an de bi adiaya wê bibe sedsala jinê ku wê bibe alternatif di vê xalê de desthilat vê li beramberî xwe weke tirsekê dibîne . ji li beramberî vê sîstemê tu caran ne di nava bendewariyan debûn û bawerî bi xwe anîn. Îro têkoşîna jinê ji bo hemû civak û gel bûye hêvî. Bi hedefkirina qirkirina Kurdan li her qadê li bermaberî gelê Kurd êrîş tên kirin.”