Jinên Kurd li ser yekîtiya xwe nîqaş kirin

Buroya Têkiliyên Giştî ya YPJ’ê panelek, ji bo yekitiya neteweyî û parastina neteweya kurd, girîngiya rol û pêşengiya jinan li dar xist.

RONAHÎ NÛDA

Qamişlo – Buroya Têkiliyên Giştî ya Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ), ji bo yekitiya neteweyî û parastina neteweya Kurd, girîngiya rol û pêşengên jin, li ser bernameya Zoomê panelek li dar xist. Moderatora panelê nûnera Rêveberiya Xweser a li Başûrê Kurdistanê Evîn Siwêd kir. Her wiha hevseroka Tevgera Azadiyê li Başûrê Kurdistanê, Tara Hisên Mihemed, Hevseroka Kongra Netewiya Kurdistanê (KNK), Zeyneb Murad, Fermandara Giştî ya Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ), Newroz Ehmed, Berpirsa Komîteya Dîplomasiyê ya Komelgeha Jinên Azad ên Rojhilatê Kurdistan (KJAR), Rozerîn Kemanger, Hevseroka Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Asya Ebdullah, Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Elihê, Feleknas Uca û nivîskar Kinêr Ebdullah beşdarî bûn.

‘Jinan ala azadiyê bilind kir’

Di destpêka panelê de Fermandara Giştî ya Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ), Newroz Ehmed der barê parastinê de van nirxandinan kir: “Di serî de em jinên Kurd, jinên Rojhilata Navîn û cîhanê silav dikin. Gelê Kurd bi hezaran salan e, her dem bi êrîş û tehdîtan re rû bi rû mabû. Diyardeya parastinê bi gelê Kurd re xurt e loma heta niha Kurdan xwe parastine. Dema em parastinê nîqaş dikin dibînin ku lingê xweparastinê bingeha her tiştê ye. Elbet li kêleka parastinê, avakirin û rêxistinkirina hêzên leşkerî jî mijarek pir girîng e. Desthilatdaran dixwestin, bi siyaseta perçekirinê, tiştên ku dixwestin di destên xwe de bigrin û yekitiyê xirab bikin, ji bo ku van armancên xwe pêk bînin du vebijêrk dihêin. Yan dike sîxur an jî îmha dike, vebijêrka sêyemîn nahêle û dixwaze bi van armancan serweriya xwe li ser gelê Kurd bide meşandin. Gelê kurd dikaribû li hember hemû cureyên êrîş û qirkirinê xwe biparêzin. Di salên dawî de gelê Kurd dikaribû bi ruhê yekitiyê ji bo şoreşê seferber bibe û di parastina axê de rolêk mezin lîstin. Şoreşa Rojavayê Kurdistanê di aliyê parastinê de bû mînak ku ji her aliyê Kurdistanê û derveyî welat beşdarbûn çêbibe. Di şoreşa Rojavayê Kurdistanê de jin rolek girîng lîstin, bûn pêşeng.”

‘Banga jinan ji bo yekitiya neteweyî ye’

Hevseroka Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Zeyneb Murad ji bo yekitiya gelê Kurd û xweparastinê got: “Bi salane gelê kurd ji bo parastina nasname û axa xwe têkoşînek mezin daye meşandin. Hêzên navneteweyî li gor berjewendiya xwe siyaseta xwe li ser Rojhilata Navîn dide meşandin ku ev rastiyek dîrokî ye. Tirkiyê Îran, Sûriyê û Iraq ku tevî alozî dijîn bi planên taybet, li dijî Kurdan siyaset dimeşînin û dixwazin bigihîjin armanca xwe da ku hebûna Kurd tune bikin, li hemberî vê tunebûnê gelê Kurd berxwedanek mezin dimeşîne. Piranî karektera jin li pêş e ku li ser bingeha dîrokî pêşengî bike ew jî xweparastinê gengaz dibe. Parastina ax herî zêde di YPJ’ê de derket pêş. Li axa Başûrê Kurdistanê de jî li hemberî dagirkeran berxwedana jinan li pêş e her wiha li Rojhilatê Kurdistanê jî jin bûn pêşeng. Îro şoreş ji aliyê parastinê ve mezin dibe û ya girîng ew e em bi ser bixin û bi serkeftinê tacîdar bikin. Serdema niha serdema jinên azad e û jinên Kurd jî pêşengiya vê serdemê dikin.”

‘Di çarçoveya xebatên stratejîk de dê xebatên hevbeş werin meşandin’

Hevseroka Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), Asya Abdullah diyar kir ku rewşa niha divê di aliyê stratejîk de bê bidestgirtin û wiha nêrîna xwe di panelê de parve anî ziman: “Em di serdemeke dîrokî re derbas dibin, ji ber êrîşên qirkirinê tên meşandin. Qonaxa ku em dijîn asayî nîn e. Weke civaka Kurd û hêzên demokratîk ku faşîzma îro li ser gelê Kurd û herêmê tê meşandin û weke jin tê armanckirin, nirxandina wê di aliyê stratejîk de girîng e. Weke jinên Kurd erk û berpirsiyariya ku dikeve ser milên me di destpêkê de xwe bi rêxistinkirin e. Divê em xebatên hevbeş bimeşînin û xurt bikin. Netewbûn û parastin, bê bedel nabe. Yên ku pêşengiya vê dikin jin in. Ji bo aloziya li Rojhilata Navîn bê çareserkirin, jin berxwedanek mezin raber dikin û ev hêzek mezin e. Ger em hêza xwe hemû bi kar bînin em ê faşîzm û dagirkeriyê têk bibin.”

‘Dem dema jinan û yekitiya jinan ye’

Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Elihê, Feleknas Uca ji bo bi rêxistinbûna gelan û bi taybetî ya jinan wiha nirxand: “Dê yekitiya gelê Kurd bi berxwedana jinên Kurd bê avakirin. Jinên Kurd di hemû qadan de dizane ku di vê demê de xwe bi rêxistin neke dê bi komkujî û fermanan re rû bi rû bimîne. Loma pêdivî pê heye ku tedbîr werin girtin. Jinên Kurd dikaribûn şoreşa Rojavayê Kurdistanê ava bikin û bikin malê tevahî jinên cîhanê ji lewre em weke jinên kurd çiqas xwe birêxistin bikin, em ê bikaribin yekitiyek giştî ava bikin. Yekîtiya gelê Kurd di vê sedsalê de gelek girîng e ku her çar aliyên Kurdistanê bên gel hev. Em li Şengalê ne bi rêxistinkirîbûn û ew ferman li ber çavên cîhanê hat meşandin, bi hezaran jinên Êzidî ji aliyê çeteyan ve hatin revandin û di bazaran de hatin firotin lê îro jinên Êzidî xwe bi rêxistin dikin û tola fermanan distînin. Ev yek ji rastiya felsefeya neteweya demokratîk tê û ev felsefe bikeve ku derê jin û gelan xwe bi rêxistin dike. Dem dema jinan û yekitiya jinan e û dê yekitî bi destên jinan pêk were.”

‘Jin dîroka xwe dinivîsîne’

Hevseroka Tevgera Azadiyê ya Başurê Kurdistanê, Tara Hisên Mihemed jî di panelê de yekitiya neteweyî wiha dinirxîne: “Ev panel ji bo jinên Kurd gavek girîng e û dil dixwest em li gel hev bin û vê panelê me li dar bixista. Em di serdemek wiha de ne ku jin dikarin bi destên xwe dîroka xwe binivîsînin. Li gelek aliyên Kurdistanê sembola jinan her heye û li Başurê Kurdistanê jî Leyla Qasim e. Di vê mînakê de jî em dibînin ku îradeya jinên azad gihîştiye astek mezin. Li kêleka ewqas qehremaniyan jî gelê Kurd zehmetî û zordariyên mezin derbas bûn. Ya ku niha ji me re girîng ewe ku têkoşîna azadiya jinan e û di xeta azadiya jinan de azadiya civak û hemû neteweyan e. Jinên Kurd niha dîrokê dinivîsînin û ya girîng ew e ku destkeftiyên xwe, em bi xebatek hevbeş bi rê ve bibin.”

‘Serhildana Îranê bi pêşengiya jin û ciwanan dimeşe’

Berpirsa Komîteya Dîplomasî ya Komelga Jinên Azad yên Rojhilatê Kurdistan (KJAR), Rozerîn Kemenger di nirxandina xwe ya panelê de bal kişand ser serhildana jinên Rojhilatê Kurdistan û Îranê û ev yek anî ziman: “Serhildanek mezin li Rojhilatê Kurdistanê didome û ev yek bi pêşengiya jinên Kurd dest pê kir û belavî Îranê bû. Felsefeya Jin jiyan azadî li Kurdistanê bi pêş ket û vê dirûşmê yekitiya gelê Îranê çêkir. Pêwendiya jinan çiqas bi hev re çêbibe dê yekitî ava bibe. Pergala neteweya demokratîk ku ji siyasetên din cuda dike, rol û pêşengiya jinan e. Du mekanîzmayên girîng ên Kurdan hene ew jî jin û ciwan in ku ev yek li serhildana Îran û Rojhilatê Kurdistanê derket holê ku jin û ciwan pêşengiya vê serhildanê dikin. Çawa em weke Kurd ji derve re dibin mînak, elbet divê em yekitiya xwe ava bikin. Çavên hemû jinên Rojhilatê Kurdistan û Îranê li şoreşa jinên Rojavayê Kurdistanê ye. Ruxmê hemû astengiyan jinên Rojavayê Kurdistanê gelek karên girîng mîna siyasî, dîplomasî û bi deh karên cuda bi rê ve dibe û ev yek mînak e. Hîn jî pêwistî heye ku em pêşengiya yekitiya neteweyî bikin. Pêwîstî heye ku em hîn bêtir bi hemû jinên Îranê re pêwendî çêbikin. Rewşa jinan li Îranê pir krîtîk bû loma teqînek mezin di nava civakê de çêbû. Divê em li ser navê hemû jinan rabin. Destkeftiyên pir mezin li her aliyên Kurdistanê çêbûn, tu desthilatdar wek berê nikare nêzî jinan bibe, ji bo parastina destkeftiyên jinan yekitiya neteweyî nebe nabe.”

Hûn dikarin li ser vê navnîşanê panelê guhdar bikin:

https://www.youtube.com/watch?v=G2l7qWPU4CA