Komkujiya Gazî di sala 28’an de ye: Kujer û berpirs nehatine cezakirin

Di salvegera 28’an ya komkujiya Gazî de bi meşek ku bi hezaran kes bejdar bûn heta şermezarkirin. Di protestoyê de dirûşemeya ‘Dewleta Kujer’ hatî berzkirin û bang kirin ku bila berpirsiyarên komkujiyê werin cezakirin.

Stenbol- Platforma 12’ê Adarê, bi boneya 28’emîn salvegera Komkujiya Gaziyê ku di 12’ê Adara 1995’an de li Taxa Gaziyê hatibû kirin, li pêşiya Weqfa Perwerde û Çandê ya Gaziyê (Cemxane) hatin cem hev. Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) jî li pêşiya Rêxistina Navçeya Sûltangaziyê hate cem  hev û heta pêşiya cemxaneyê meşek li dar xist. Di meşê de dem dem dirûşma ‘Hezar silav bo kesên li Gaziyê ketin û şer kirin’ hate berzkirin. Polîsan hewl dan nehêlin endamên partiyê dirûşman berz bikin. Lê belê endamên partiyê heta cemxaneyê meşiyan.

Endamên partiyê bi al, flama û dovîzan xwe gihandin pêşiya cemxaneyê. Li vê derê polîsan dest danîn ser dovîzên ‘Dewleta kujer’ û ‘Dewletê kuşt’. Gelek endamên Kaldariçê jî bi meş û dirûşman xwe gihandin pêşiya cemxaneyê.

Bi hezaran kesên ku di merasîma biranînê de hatin cem hev serokê giştî yê Partiya kedê (EMEP) Ercûment Akdenîz, perlementerê Stenbolê ya Partiya Demokratîk a gelan (HDP) Musa Pîroglu û gelek nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl bejdarî meşe bûn.

Di meşe de dirûşmeyên ‘Hikumet Îstifa’

Bi hezaran kes ber bi qereqola kevin ku komkujî li wir hatibû kirin ve meşiyan. Di meşê de wêneyên kesên di komkujiyê de hatine qetilkirin hatin hilgirtin û pankarta ‘Ji Gaziyê heta Umraniyeyê em edaletê dixwazin’ hate vekirin. Di heman demê de yek bi yek navên temamiya kesên hatine qetilkirin hatin xwendin. Her ku navek dihat xwendin, girseyê bi gotina ‘Dijî’ berz kir. Di meşe de navên bajarên ku ji erdhejê bandor bûne hate xwendin. Li vêderê dem dem dirûşmeya ‘Hikumet Îstîfa’ hate berz kirin. Piştî meşê girseya ku di navde malbatên kesên ku hatine qetilkirin û Qernefîl danîn parka Huseyîn Altin.

‘Gelê Gazî yê kesên provakasyon dakirin û sedemê wê jî dizane’

Li vêderê birayê yek ji qurbaniyan Dîlek Şîmşek ê bi navê Erkan Şîmşek di bîranînê de axivî û diyarkir ku kesên nasnameyên wan nediyar, qiraetxane û pastaxane gulebaran kirin û wiha got: “Ev êriş, ji bo xelkê Gaziyê ne êrişên ewil bûn. Zext û teror tu carî li ser serê Gaziyê kêm nebû. Kujerên destbixwîn armanc dikirin ku gel bi hev bidin qirkirin û şerê elewî-suniyan derxînin. Lê xelkê Gaziyê guh neda van provakasyonan û bi armanca kesên ev êriş didan kirin dizaniyan. Dixwestin muxalefeta şoreşger a Gaziyê têk bibin û gefê li tevahiya gelê şoreşger û demokrat bixwin.”

 ‘Kujer û berpirs nehatin cezakirin’

Şîmşek diyarkir ku piştî kujer bi aramî xwe di nav polîsan de veşartî, dema ku gel berbi qereqolê ve meşiyan li vêderê polîsan gule li gel reşandin û bi bîrxist ku li vêderê 18 kes hatin qetilkirin û bi sedan kes birîndar bû û wiha dom kir:

“Bi rojan ev komkijî di rojeva welat de ma û berxwedanî di ragihandinê de gelek bi eşkere hate teyîsandin. Li rûxmê ku kesên hatine qetilkirin kine diyare, lê kujer nehatin darizandin. Tenê  kujerê ku polîs Adem Albayrak ku 4 kes kuştiye 3.5 sal, Mehmet Gundogdu ku 2 kes kuştibû 1 sal û 8 meh ceza lê birîn. Di pêvajoya ku komkujiya Gazî hatî jiyan kirin, Serokwezîra demê Tansu Çîler, Wezîrê Karên Hundir ê demê Nahît Menteşe, Serokê Daîreya Îstîxbaratê yê Midûriyeta Giştî ya Emniyetê yê wê demê Hanîfî Avci, Midûrê Giştî yê Emniyetê yê wê demê Mehmet Agar, Waliyê Stenbolê Hayrî Kozakçioglû, Midûrê Emniyetê yê Stenbolê Necdet Menzîr û tetîkkêşên wan ji vê komkujiyê berpirsyar in û divê bên cezakirin.

‘Asimilasyon û înkara li beramberî Elewiyan berdewam kir’

Şîmşek îşaret bi demen bûrî de li bajarên cûda komkojiyên ku hatine jiyan kirin û da zanîn ku welat niha di bin tecrîtek girankirî de ye û destnîşan kir ku polîtakayên asimilasyon û inkarê yên li beramberî Elewiyan berdewam dike û wiha got: “Em vê nêzîkatiyên ferzkirinê red dikin. Desthilata siyasî li aliyekê idea dike ku çareseriya palyatif ava dikin û li aliyê din biryara hilweşandina Cemeviya AKD-Sultangazi Pir Sultan Abdal ferz dikin. kujer destê xwe dihejînin û di nava civakê de digerin.”Şîmşek xwest ku berpirsên komkojiyê werin cezakirin.

Piştî daxuyaniyê jî girse heta Goristana Gaziyê meşiya. Piştî meşê, girseyê qerenfîl danîn ser goran.