Komeleya Dema Jinan: Di têkoşîna li dijî tundiyê de xizmetên bi zimanê dayîkê pêwîst e

Komeleya Dema Jinan ku li Stenbolê xebat dimeşîne, xebatên xwe yên ji bo jinên Kurd ên li bajêr bikaribin di têkoşîna li dijî tundiyê de bi zimanê Kurdî xizmetê bigrin, didomînin. Komele amadekarî dike ku rapora amade kiriye pêşkêşî Meclîsê bike.

ARJÎN DİLEK ONCEL 

Amed – Li gorî lêkolînan bi qasî ji sedî 15 heta 18’ê nifûsa giştî ya Stenbolê, ji Kurdan pêk tê. Herî zêde nifûsa Kurdan li navçeyên Esenyurt, Bagcilar, Fatîh, Zeytînburnu, Gazîosmanpaşa û Esenler a Stenbolê dijîn.

Di salên 1980 û 1990’î de, pêlên koçberiyê yên ber bi Stenbolê ve ji ber şer û pevçûnan, aborî, civakî yên ji ber pirsgirêka Kurd, di destpêka zehmetiyên Kurd rastî dihatin de nîjadperestî dihat.

Mafê wergirtina xizmetan a bi zimanê dayîkê li aliyek, Kurd tenê ji ber ku bi zimanê xwe diaxivin, bi awayek sîstematîk rastî êrîşan hatine. Ên ku herî zêde dibûn hedefa cûdakariyan dîsa jinên Kurd bûn. Ji ber jin nikarîbûn xwe bi zimanê xwe yê dayîkê li hember tundiya mêr/dewletê îfade bikin, nekarîn ji çerxa tundiya ku dijîn rizgar bibin an jî dihatin kuştin.

Mirina Fatma Altinmakas ku di sala 2020’an de rastî tecawiza tiyê xwe hatibû û giliyê wê li qereqola cendirmeyan ji ber ‘wergêrê Kurdî tunebû’ nehatiye qebûlkirin û paşê hatiye kuştin, di bîra me de wek mînaka herî trajîk a vê rewşê maye.

Komeleya Dema Jinan ku ev 6 sal in li Stenbolê dixebite, li dijî tundiya mêran a li dijî jinan, polîtîkayên dewletê yên ku tundiya mêr xwedî dikin û zêdebûna cûdakarî û şêweyên tundiya li dijî jinên Kurd xebatan dimeşînin.

Tenê 3 şaredariyên li Stenbolê xizmetên bi zimanê Kurdî pêşkêş dikin

Ev salek e ku komele li ser peydakirina gihîştina xizmetên şaredariyê yên bi zimanê dayîkê, bi taybetî bi zimanê Kurdî, li dijî tundiya li ser jinan xebat demeşîne. Di vê çarçoveyê de, armanc dike ku daxwazên herêmî yên jinên Kurd çareser bike û van daxwazan di astek berfirehtir de bigrin dest. Di vê çarçoveyê de, komeleyê rapora çavdêriyê ya di meha Tebaxê de bi sernavê ‘Gihîştina jinan a xizmetên hikûmeta herêmî ji bo têkoşîna li dijî tundiyê bi zimanê dayîkê’ amade kiribû, bi raya giştî re parve kir.

Lêkolînek ku gihîştina xizmetên bi zimanê dayîkê (bi taybetî bi zimanê Kurdî) ji bo têkoşîna li dijî tundiya ser jinan li Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê (ÎBB) û 39 şaredariyên navçeyên wê vedikole, nîşan dide ku piştgiriya bi zimanê dayîkê di xizmetên giştî de ne sazûmanî ye û bi giranî bi hewldanên kesî ve girêdayî ye. Li gorî raporê, tenê 3 şaredariyên li Stenbolê xizmetên bi zimanê Kurdî pêşkêş dikin.

‘Em li dijî tundiyê xebat dimeşînin’

Yek ji damezrînerên Komeleya Dema Jinan Newroz Unverdî, diyar kir ku hewldanên wan ji bo ku jinên Kurd karibin bi zimanê xwe yê dayîkê xizmetê werbigrin dê berdewam bikin. Newroz Unverdî derbarê xebatên xwe de ev tişt gotin: “Em bi jinên Kurd ku ji ber şer û pevçûnan bi zorê koçberî Stenbolê bûne re dixebitin û qada xebata me têkoşîna li dijî tundiyê ye. Lê em tenê li ser tundiya mêran nasekinin. Ji bilî têkoşîna li dijî tundiyê, em ji bo guhertina polîtîkayên li dijî wê gelek hewldanên parêzvaniyê dikin û em xebatên ku vê parêzvaniyê zêde dikin dikin.”

‘Me gelek xebat meşandin’

Newroz Unverdi derbarê rapora amadekirî de ev agahî dan: “Di salekê de, me xebata ku armanc dike jinên Kurd ên li Stenbolê dijîn bikaribin bi zimanê dayîkê, zimanê Kurdî, mekanîzmayên pêşîlêgirtina tundjiyê yên di rêveberiyên herêmî de têne pêşkêşkirin bi dest bixin, meşandin. Di xebata salekê de, me serdana 39 şaredariyên navçeyan û şaredariya mezin kir. Di encama van hevdîtinan de, me raporek çêkir. Ev raporek ku ka çend ji van şaredariyan di mekanîzmayên pêşîlêgirtina tundiyê de Kurdî bi kar tînin, kîjan şaredarî xizmetên piştgiriyê yên Kurdî hene û ev xizmetên piştgiriyê yên bi Kurdî çawa dikarin bên berfirehkirin e.”

‘Em ê rapora xwe pêşkêşî partiyên siyasî bikin’

Newroz Unverdi diyar kir ku her çend şaredarî xizmetên piştgiriyê pêşkêş dikin jî, ev xizmet naghîjin jinan û wiha got: “Me belgeyek polîtîk ku tê de pêşniyarên cûda yên polîtîk li ser vê mijarê pêşkêş dikir, amade kir. Di encamê de, me belgeya xwe pêşkêşî 5 şaredariyên Stenbolê kir. Bê guman, ev xebat bi vê yekê ve sînordar nabe, em dixwazin bi rapora xwe serdana navendên partiyên siyasî bikin. Li Enqerê, em ê hem Parlamentoyê û hem jî partiyên siyasî ziyaret bikin da ku rave bikin ka mafê zimanê dayîkê ji bo jinan çiqas girîng e. Em projeyek bi taybet armanc dike ku jin dema ji tundiyê derbasî cîhek bi ewle dibin, bikaribin xwe îfade bikin û bi zimanê xwe yê dayîkê bên fêmkirin organîze dikin.”

‘Xebat dê li hemû deverên jin lê hene bidome’

Newroz Unverdi ragihand ku lingek xebata wan têkoşîna li dijî tundiyê ye û wiha domand: “Lingek din jî ew e ku jin dema diçin cihên bi ewle xizmetê bi zimanên xwe yên zikmakî werbigirin. Di demên dawî de, me li Stenbolê komxebatek bi sernavê ‘Ji ezmûnên jinan ber bi avakirina aştiyê: edalet, bîr û pêşerojek demokratîk ve’ li dar xist. Di vê komxebatê de, me bandora pêvajoyên şer ên li welatên wan li ser jiyana jinên ji nasnameyên cûda û ka ew çawa aştiyê dibînin nîqaş kir. Di xebata me ya pêşerojê de, em plan dikin ku van nîqaşan li hemû deverên ku jin lê hene bidomînin. Ji ber ev hewldan hem ji bo parêzvaniyê û hem jî ji bo pêşxistina têkoşîna jinan ku bibin beşek ji têkoşîna aştiyê girîng in.”

‘Armanca me ew e ku jin bi ewle bijîn’

Newroz Unverdi tekez kir ku armanca wan ew e ku jin bikaribin di cihên bi ewletir de bijîn, wêranî û sûcên şer ên ji ber şer çêdibin ji holê rakin û travmayan derman bikin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em gotina xwe ya rastiya ku jin mijarên rasterast ên aştiyê ne, diparêzin. Her yek ji van hewldanan balê dikişîne ser rola jinan a wek kirdeya di pêvajoya aştiyê de.”