Jinên Êzidî: Em ê ji bo parastina Şengalê û civaka xwe tekoşîna xwe bidomînin

Jinên Êzidî dibêjin “divê Şengal û civaka Êzidî ji aliyê hêzên xwe yên parastinê ve bên parastin” û ji bo naskirina nasnameya Êzidiyan û Şengalê biryardariya xwe ya tekoşînê tînîn ziman.

Şengal – Di pêvajoyeke ku şer û qeyran li Rojhilata Navîn kêm nabin de li dijî tinekirin û tinehesibandinê gelên bindest, kêmnetew, ol û baweriyên ku dixwazin jiyana xwe li ser nasnameya xwe berdewam bikin, tekoşîneke dijwar dimeşînin. Civaka Êzidî ku ji ber fermana 3’ê Tebaxa 2014’an carek din rabû ser piyên xwe, pergala xwe ya parastin û xwerêvebirinê ava kir. Niha jî dixwaze xwe ji şer û pevçûnên heyî dûr bixe û riyên çareseriyê peyda bike.

Di vê çarçoveyê de bi perspektîfa Rêber Abdullah Ocalan, hêzên civaka Êzidî yên Şengalê li gel hikûmeta Iraqê ji bo entegrasyoneke demokratîk di nav danustandinan de re. Di hin hevdîtinan de her çiqas ji aliyê Iraqê ve hin soz hatibin dayîn jî ti fermiyeteke van gotinan nîne û ne diyar e ku wê di pêşerojê de çi pêşketin li herêmê û bi taybetî jî Iraqê çêbin. Girêdayî van pêşketinan ji bo agahdarkirina gelê Şengalê ji aliyê Meclîsa Gel a Şengalê ve civînek hate li dar xistin.

Mamoste Xalîde Îbrahîm û Hevseroka Saziya Malbatên Şehîdan a Şengalê Dayê Pakîz Celal ku beşdarî vê civînê bûn, derbarê van pêşketinan de ji ajansa me re axifîn.

‘Em dixwazin wek Êzidî bikevin destûra bingehîn a Iraqê’

Mamoste Xalîde Îbrahîm anî ziman ku di civînê de li ser gelek mijaran nîqaş hatine meşandin, zelalî hatiye avakirin û got: “Wê entegrasyona me ya bi dewleta Iraqê re li ser esasê naskirina hêza me ya leşkerî û saziyên me yên medenî bipêş bikeve. Em dixwazin bi riya qanûnan entegrasyonek demokratîk bi dewletê re bikin. Ji ber ku heqê me yê êzidiyan e. Her çiqas neteweya me, ol û baweriya me cuda be jî nasnameya me, nasnameya Iraqê ye. Em jî beşeke mezin a Iraqê ne. Em dixwazin wek Êzidî bikevin destûra bingehîn a Iraqê.”

Mamoste Xalîde behsa avabûna YBŞ-YJŞ’ê jî kir û wiha vegot: “Hêza me ya leşkerî xwe ji xweliya fermanê ava kir. Îradeyeke mezin a keç û xortên Êzidî heye ku civaka Êzidî û xaka Şengalê biparêzin. Û em naxwazin ev hêza me ji derveyî Şengalê here ciyek din. Ji ber ku bi taybetî pêwîstiya parastina civak, jin, zarok û ciyên me yên pîroz heye. Hêz û îradeya civaka me heye ku xwebixwe biparêze. Niha pêvajoyek destpê kiriye, di navbera hêzên me û yên hikûmeta Iraqê de hevdîtin hatin kirin. Divê lîjneyên hatine avakirin ji bo entegrasyoneke demokratîk bên cem hev û nîqaşên pêwîst ji bo çareserkirina pirsgirêkên êzidiyan û Şengalê bikin.”

Mamoste Xalîde di dawiya axaftina xwe de bibîr xist ku weke civaka Êzidî di gelek ferman û nexweşiyan re derbas bûne, lê niha gelek ferq heye û ev peyam da: “Em niha xwedî îrade ne. Tiştekî ku ne di berjewendiya civaka Êzidî de be, ne yasayî be em bi xwe jî naxwazin. Lê ger wisa jî nebe em ê li ber xwe bidin. Em ne ew civaka 2003, 2007, 2014’a ne. Me xwe ji xweliya xwe ava kir. Îman û hêzeke me ya mezin heye.”

‘Çiyayê Şengalê sitara me ya civaka Êzidî ye’

Hevseroka Saziya Malbatên Şehîdan a Şengalê Dayê Pakîz Celal jî naverok û girîngiya civînê nirxand. Dayê Pakîz li ser armanca lidarxistina civînê rawestiya û ev tişt anîn ziman: “Îro me li ser van hevdîtinên di navbera hêzên Şengalê û hikûmeta Iraqê de civîna gel li dar xist. Me xwest em civaka xwe di derbarê van pêşketinan de agahdar bikin. Tiştên ku dewlet ji me daxwaz dike zahmet e ku em qebûl bikin. Ji me dixwazin ku em çekên xwe, çiyayên xwe berdin. Em ti carî van daxwazan qebûl nakin.

Em wek civaka Êzidî zarokên vî çiyayî ne, em ji vê axê çêbûne. Îro jî em ê berxwedaniya vî çiyayê Şengalê bikin. Ger îro em van gelî û çiyayên xwe teslîmî Iraqê bikin ji bo me wê ji fermanê xirabtir be. Çiyayê Şengalê sitara civaka me ya Êzidî ye. Heta niha çi fermanek hatibe serê êzidiyan, çiyayê Şengalê xwe ji vê civakê re kiriye xwedî, jê re bûye bav û bira, pişta wê girtiye. Ger çiyayên me bikevin destê kesek din wê pişta me bişkê.”

‘Heta niha bi hezaran Êzidî hê nikarin biçin serdana Laleşê bikin’

Dayê Pakîz da zanîn ku civaka Êzidî berê li çiyayan dijiya û wiha pê de çû: “Hikûmeta Baasê hat me ji çiya daxist û çekên destê civaka me jî ji wan sitend. Piştre ji bo şerê xwe leşker ji êzidiyan xwest. Bi hezaran zarokên me li ber Iraqê canê xwe feda kirin û heta niha jî hestiyê gelekan li me nevegeriyaye. Ti carî birînên me êzidiyan qalik nagrin, nû dibin.

Ancax çiyayên me, welatê me, axa me birînên me derman bike. Ferman û êrîş her tim egîd ji me birine. Em rehma xwedê ji wan şehîdên xwe yên di riya baweriyê de canê xwe feda kirine dixwazin. Xwedê û Tawisê Melek avekê bavêje nav vî agirê ku cîhan di nav de ye. Hêviya me ji xwedê ye serkeftin wê ya civaka me ya Êzidî û şervanên me be. Ger entegrasyona demokratîk pêk bê, belkî zarokên me jî hinek rihet bibin. Ji ber heta niha bi hezaran Êzidî hê nikarin biçin serdana Laleşê bikin ji ber rewşa heyî ya Iraqê. Ger fermiyeta wan çêbû, belkî zexta li ser wan rabe. Û wê dîsa parastina ax û welatê xwe bikin, parastina dayîk û xwişkên xwe bikin.”

‘Em ê cardin li ser kar û xebatê xwe bin’

Dayê Pakîz balkişand ser girîngiya tekoşîna berdewam û wiha got: “Roja ev hêz ava bû, me sozek da wan şehîdan. Entegrasyonek jî pêk were, em ê dîsa li ser kar û xebatên xwe bin. Em wek dayîkên şehîdan ger bê xwestin, em dikarin serê xwe jî bidin. Em dizanin ku bi hevdîtinekê ev pirsgirêk çareser nabe. Dema civak ji me pirs dike jî em dibêjin kesek di rojekê de malekê ava nake, ser wê nagre û nakevê. Em ê dîsa parastina Şengalê û civaka xwe û zarokên xwe bikin. Em ji bo zarokên xwe hêz û qewet in. Dilê hemû dayîkên me yên Êzidî li ser zarokên xwe û Şengalê dişewite. Em ê wek berê karê xwe bikin û li pişt zarokên xwe bin. Heta em sax in em terka zarokên xwe nadin. Ji çi miletî be, yan jî Êzidî be ferqa wê nîne, hemû zarokên me ne.”