Jinên Efrînî: Li dijî siyasetên qirkirinê riya me berxwedan e

Jinên Efrînê yên koçberî wargeha Berxwedan a kantona Şehbayê bûne diyar kirin ku li dijî siyasetên qirkirinê yên ku li ser wan tên meşandin, riya berxwedanê hilbijartine.

HESNA MIHEMED

Şehba- Dewleta tirk a dagirker di 18'ê Adara 2018'an de bi riya komên çete yên girêdayî wê kantona Efrîn Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê piştî berxwedana bê hempa a 58 rojan dagir, kir bi sad hezaran ji şêniyên Efrînê ev dagirkerî li ser xwe qebûl nekirin û ji warê xwe koçber bûn. Welatiyên Efrînê berê xwe dan kantona Şehbayê û li wargehên koçberiyê bi cih bûn. Di nav şert û mercên koçberiyê yên zehmet de welatiyan biryara berxwedanê dan û ev pênc sal in berxwedana xwe li kampên koçberiyê di nava malên wêrankirî de bênavber û westandin didomînin tenê ji bo jiyana bi rûmet. Jinên Efrînê yên koçber û li wargeha Berxwedan a navçeya Fafîna kantona Şehbayê bi cih bûne, ji me re behsa sekn û berxwedana xwe kirin.

Sekn û berxwedana me dê me vegerîne Efrînê

Sozan Hebeş ji navçeya Mabetaya Efrînê ye û li wargehê berxwedana xwe didomîne behsa sekna xwe ya li Şehbayê kir û got: "Ji ber dagirkeriya dewleta tirk em ji warê xwe koçber bûn û me berê xwe da Şehbayê. Jiyana ku li Şehbayê em dijîn gelek dijwar û zehmet e ji ber ku em di rewşek koçberiyê de ne. Zehmetiyên koçberiyê zêdetir li ser milên jinan e lewre ew di astengiyan re derbas dibin. Ruxmî zehmetî û koçberiyê jî dîsa peyama me berxwedan e. Em ê berxwedanî û tekoşîna xwe li deverên koçberiyê bidomînin heta vedigerin cih û warên xwe. Ji bilî berxwedanê tu tişt me venagerîne ser axa me. Em tu alîkarî ji dewletên navneteweyî naxwazin, em ê bi berxwedana xwe vegerin Efrînê û wê rizgar bikin."

Bi berxwedana xwe em ê rizgarkirina Efrînê misoger bikin

Heyat Sebrî destnîşan kir ku pênc sal e li wargehên koçberiyê li ber xwe didin û wiha vegot: "Em bû pênc sal bênavber û westandin di wargehên koçberiyê de li ber xwe didin. Em di vê berxwedanê de ne poşman in. Em ê li dijî dagirkeriyê têbikoşin û tu carî gav paş ve navêjin. Em ne muhtacê alîkariya tu kesê ne. Em ê xwe bi xwe bi rê ve bibin û xwe bi rêxistin jî bikin. Em bel bi saziyên xwe re dibin destek û bi hev re berxwedana xwe didin meşandin. Her çendî dewletên desthilatdar dorpêçê li ser me ferz bikin û êrîşî me bikin jî dîsa em dev ji berwedan û têkoşîna xwe bernadin heta rizgarkirina Efrînê misoger bikin."

Me riya berxwedanê hilbijart

Sîham Hemedê jî diyar kir ku li dijî siyaset û planên dijmin ên li ser wan dimeşînin xeta berxwedan û tekoşînê hildibjêrin û got: "Di nava kampan de û di rewşa koçberiyê de em li ber xwe didin. Siyasetên dewletan di van demên dawî de nîşan dide ku planên qirkirinê li ser Kurdan didin meşandin. Me jî li hemberî van planên qirêj berxwedan û têkoşîn hilbijartiye û tu carî xwe teslîmî planên wan nakin. Li dijî her siyastê em ê bisekinin û xwedî helwest bin, berxwedana me wê bibe bersiv ji dagirkeran re."