Jinên endamên MEBYA-DER û TUHAY-DER’ê serdana malbata Şenyaşar kirin

Jinên MEBYA-DER û TUHAY-DER'ê yên ku di roja 628'an a Nobeda Edaletê de serdana Emîne Şenyaşar kirin, wiha gotin: "Em ê xwedî li êşa wê derbikevin û doza wê bişopînin.”

Riha- Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar a di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûsa Rihayê hevjîn û du lawên wê ji aliyê xizm û parazvanên wekîlê AKP’î Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin û lawê wê Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bû, di 9’ê Adara 2021’ê de dabûn destpêkirin, di roja 628’emîn de berdewam dike.

Dayik Emîne Şenyaşar û lawê wê Ferît Şenyaşar ê di saetên serê sibehê de ji Pirsûsê hatin pêşiya Edliyeya Rihayê, jinên endamên Komeleya Çand, Yekitî, Piştevanî û Alîkariya Malbatên ku Xizmên xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine (MEBYA-DER) û Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran a re (TUAY-DER) ya Amedê, ziyaret kirin. Endamên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA) ya Rihayê jî tevlî serdana jinan bûn.

‘Em ê doza Emîne Şenyaşar bişopînin’

Di 21’ê Cotmehê de li Amedê, bi pêşengiya Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER), Komeleya Wêjevanên Kurd, Enstîtuya Kurd ya Amedê û kovara DESTAR’ê, di merasîma ku ji bo 38’emîn salvegera wefata helbestvan û nivîskarê Kurd Cegerxwîn hatibû lidarxistin de plaket dabû gelek kesan. Jinan plaketa Emîne Şenyaşar a ku nekaribû tevli merasîmê bibe di serdana xwe ya Nobeta Edaletê de dan wê.

Rêvebera MEBYA-DER’a Amedê Meyrem Soylu diyar kir ku ew êşa Emîne Şenyaşar hîs dikin û got: “Em ê xwedî li êşa wê derbikevin û doza wê bişopînin.”

‘Kesên ku kurê min girtine, bila bên girtin’

Emîne Şenyaşar ku diyariyê girt wiha got: “Kesên ku kurê min girtine, bila bên girtin. Bila kurê min jî berdin. Ev dewleteke çawa ye, ev çi edalet e! Ez ji bo her kesê edaletê dixwazim. Êdî bes e.”