‘Em ê dest ji axa xwe bernedin û rê nedin dagirkeran’

Jinên Efrîn-Şehbayê bertek nîşanî êrişên dewleta Tirk dan û diyar kirin ku de bi têkoşînê bersiva dagirkeriyê bidin û gotin ku ew ê axa xwe ji dagirkeriyê azad bikin, bi sîstema neteweya demokratîk têkoşîna xwe bi serkeftinê tacîdar bikin.

FÎDAN ABDULLAH

Şehba-Bajarê Efrînê yê Kantona Efrîn-Şehbayê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji 18’ê Adara 2018’an ve heta niha di bin dagirkiriya dewleta Tirk de ye. Piştî dagirkeriyê gel neçar ma koçî Şehbayê bibe, têkoşîna xwe li wê derê berdewam bike. Ji derveyî êrişan, gelê Efrîn û Şehbayê di bin ambargoya hikumeta Şamê de dijîn, xaka xwe bi pergala Xweseriya Demokratîk a neteweya demokratîk diparêzin.

Jinên Efrîn û Şehbayê ku li Kantona Şehbayê, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dimînin, bal kişandin ser êrişên dewleta Tirk ên ku 6 sal in bênavber berdewam dikin.

‘Hewl didin gel ji Şehbayê jî bidin koçberkirin’

Lamia Şêxo diyar kir ku dewleta Tirk di nava 6 salan de gelek komkujî kirine û got: “Dewleta Tirk ji Idlibê heta Azezê, ji Efrînê heta Girê Spî gelek herêm dagir kirine. Bi piştgiriya hêzên navneteweyî gelek bajar dagir kirin, dixwaze projeya xwe ya qirkirinê temam bike. Ji bo gel ji cihê wan derbixe, êrişan berdewam dike. Ji ber dagirkeriyê mirov tên qetilkirin û ji cihên xwe dibin.”

 Rokhash Alî bertek nîşanî êrişên dewleta Tirk ên ji bo dagirkeriyê da û ev tişt got: “Ji ber bombebaranê şev û roja me nemaye. Zarok her dem di nava tirsê de ne. Ji ber êriş û bomberanê gelek ziyan çêdibin û di heman demê de ji bo kesên cotkar dibe asteng.”

‘Em girêdayî xak û doza xwe ne’

Şamiye Raşîd jî êrişên dewleta Tirk şermezar kir û wiha got: “Em polîtîkayên barbar ên dewleta Tirk li bajarên Efrîn, Serêkanî û hemû cihên dagir kirine, şermezar dikin. Em bang li gelê herêmê dikin ku vê xaka, me bi keda bav û kalên xwe bi dest xistiye tu carî bernedin û nehilin tu dewlet dagir bike. Mafên wan tune ye wisa axa me dagir bikin. Em girêdayî xak û doza xwe ne. Em di wê hêviyê de ne ku ewlehî û aramiya hemû gelên herêmê pêk were. Em ê hemû derên ku di bin dagirkeriyê de ne rizgar bikin. Em ê bi sîstema neteweya demokratîk têkoşîna xwe bi serkeftinê tacîdar bikin.”