Kujer hat berdan, rojnamegera ku nûçe çêkir bi cezayê girtîgehê re rû bi rû ye

Kujerê Mobîna Sorî ya hat qetilkirin bi kefalet hat berdan, lê rojnamegera ku ji cînayet re ronahî girt, ji ber weşandina nûçeyê bi 26 meh cezayê girtîgehê re rû bi rû ma.

Navenda Nûçeyan- Mobîna Sorî di Tebaxa sala borî de hêj di 14 saliya xwe de li Loristanê ya Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê mêrê ku pê re zewicî bû, hat qetilkirin. Kujer piştî darizandinê bi kefaletê hat berdan. Dema ku kujer serbest digeriya, ji bo rojnamegera ku ji bo ronîkirina qetlîamê nûçe çêkiribû, darizandin hat destpêkirin.

Ji aliyê rojnameger ve weşandina nûçeyê û di wêneyên bikaranî de xuyabûna rû û porê Mobîna Sorî ya hat qetilkirin, wek hinceta darizandinê hat dîtin. Bersûcê bûyerê mêrê ku Mobîna Sorî pê re zewicî bû, piştî ku 11 meh di girtîgehê de ma hatibû berdan.

Daxwaza lêkolîna dosyaya dozê

Hiqûqnas û parêzera rojnamevana tê darizandin Ai Mojtahedzadeh, biryara dadgehê neheq dît û bi van gotinan nêrîna xwe anî ziman: "Divê serokê desteya darazê, ji bo ev doz ji nêz ve were lêkolin kirin nûnerê xwe yê taybet bişîne Loristanê."

Li ser medyaya ditîjal parvekirin

Bikarhênerên medyaya dijîtal yê Îranî, ji bo balê bikşînin li mijarê, bi vê peyamê nûçeyê parve dikin: “#Iran A normal day in Iran ruled by the mullahs.”, “Li Îrana ku bi rejîma Molla tê birêvebirin, rojeke asayî”