KJK’ê: Li hemberî êrişên li dijî jinan helwestê nîşan bidin

Koordinasyona KJK’ê bertek nîşanî êrişên li dijî jinên Kurd da û got: “Êriş li dijî nasname û hêza demokratîkkirina siyasetê ye.” KJK’ê li dijî êrişan bang kir ku li hemberî vê polîtîkaya qirkirin û êrişê helwest bê nîşan dan.

Navenda Nûçeyan - Koordînasyona KJK'ê bi daxuyaniya ku weşandî bertekek tund li dijî êrişên ser jinên Kurd nîşan da.

Daxuyaniya KJK’ê wiha ye:

“Li pêşberî helwest, têkoşîn û berxwedana jinê ya ku di çalakiyên 8'ê Adarê de li ser asta herêmî û navneteweyî hate nîşandan; mêr-dewlet-hevkarên Kurd dest dan hev, li dijî destketiyên jinan giranî dan ser êrişan. Bi taybetî endam û şopdarên Suleyman Soylû ku kujerê Kurdan e, aktorê sereke yê şerê qirkirinê yê li dijî gelê Kurd û şerê taybet e; êrişa li dijî destketiyên jinên Kurd ji xwe re kirine wezîfe. Eger bê bîra mirovan, Suleyman Soylû li pêşberî raya giştî bi rengekî eşkere gotibû, di têkoşîn û berxwedana gelê Kurd de jin diyarker e û divê êriş lê bê kirin. Eşkere ye ku yên êrişê dibin ser sîstema hevserokatiyê, temsîla wekhev û hevjiyana azad, endamên polîtîka û feraseta dijminê jinan, Kurdan, nijadperest û faşîst e. Ev polîtîkaya êrişê ku demeke bi rêk û pêk li ser hincet û argumanên cuda tê meşandin, vê sala dawî hîn bêhtir bi rêk û pêk bûye û ji navendekê tê meşandin. Ev navend jî bi tevkariya nokerên Kurd ên di bin bandora AKP-MHP/HudaPar/PDK'ê de bi hevkarî tevdigere.

Êriş li ser zimanê dayîkê tê kirin

Bi hezaran siyasetmedar û aktîvîstên jin ên Kurd hatin binçavkirin, bi her cûreyî êriş lê hate kirin, bi polîtîkaya şikandina îradeyê hatin girtin û li girtîgehan dîl hatin girtin. Girtîgeh tijî bûne. Li hemberî vê yekê jî di serî de jinên li girtîgehan berxwedana girtiyên siyasî bi biryardarî dewam dike. Di çalakiyên 8'ê Adarê de hêzên ewlekariyê yên Tirk êriş birin ser jinan, beşdariya li çalakiyên 8'ê Adarê ji xwe re kirin hincet û careke din jin binçav kirin. Bi van girtinên ku ji aliyê navenda şerê taybet ve bi rêk û pêk tê kirin, tê xwestin ku têkoşîna jinê û destketiyên jinê bêne lawazkirin, bêne bêbandorkirin. Di heman demê de jinên welatparêz û şoreşger ên ku dixwazin polîtîkayê bikin û di têkoşîna azadiya jinê de tawîzê nadin, li ser hinceta 'nezanîna bi Kurdî' û rola wan a wekheviyê, bi rêk û pêk dibin hedefa êriş û lînç a polîtîk. Her wiha êrişên fîzîkî û psîkolojîk jî têne kirin.

Destketiyên temsîliyeta wekhev, hevserokatî jinûve hînbûna zimanê dayikê û bikaranîna wê, ew destketî ne ku bi hezaran jinan di berdêla wan de xwîn û canê xwe dane. Di bingeha destkeftiyan de ked, berdêl û berxwedaneke mezin heye. Ne ew nirx in ku ji bo siyaseta rojane, daxwazên şexsî, berjewendiyên şexsî û feraseta serweriya mê re bêne fedakirin. Bi çi navî dibe bila bibe, divê dest ji zimandirêjî û nîqaşkirina van destektiyan bê berdan, ji bo berjewendî û daxwazên şexsî neyên bikaranîn. Destkeftiyên navborî sivik nînin, ne ew nirx in ku bi hêsanî bêne nîqaşkirin. Em bang li hemû aliyên vê nîqaşê dikin ku tavilê dest ji vê feraset û helwesta xwe berdin, li gorî esasê wezîfe û berpirsyariya xwe li karên xwe vegerin.

Her şoreşger û welatparêzên Kurd ên bi nûnertiya wekhev xwe dane ber wezîfeyê, divê li hemberî van polîtîkayên dijmin baldar bin, nekevin vê xefikê û helwestê nîşan bidin. Helwesta ku ji wan tê xwestin li ser vê bingehê ye. Ji bilî mezinkirina destketiyên gelê Kurd, ji bilî parastina destkeftiyan, berxwedan û têkoşînê rojeveke din nîne.

Parêzvana zimanê dayîkê jina Kurde

Di nava Kurdan de yên ku zimanê dayikê û çand gihandine vê rojê jinên Kurd e. Lewma êrişa li ser vê mijarê ya li hemberî jinên Kurd nemerdî ye, durûtî ye. Têkoşîna Azadiya Jinên Kurdistanê bi esasî li ser dilsoziya bi zimanê dayikê, xak û welatparêziyê bi pêş ketiye. Di vê mijarê de jinên Kurd destkeftiyên mezin afirandine, hewl didin van destketiyan her roj hîn bêhtir mezin bikin û bi pêş ve bibin. Li hemû eniyên berxwedan û têkoşînê di nava vê berpirsyariyê de ne. Yên ku li aliyê dijmin disekinin ku ziman, çanda Kurdan înkar dike, êriş dike, tine dihesibîne, asîmîle dike, êrişî siyasetmedarên Kurd ên jin dikin ku ev yek polîtîkaya dijminatiyê ye û nayê qebûlkirin. Armanca esasî ya van êrîşan lawazkirina destketiyên polîtîk ên jinan û gelê Kurd e, hewldana ji bo destdirêjiya li destketiyan e.

Li hemberî êrişên şerê taybet ên li dijî jinan ku her roj hîn bêhtir bi rêk û pêk têne kirin, em dibînin ku gelê me, jinên Kurd û Tirkiyeyî helwesteke têrker nîşan nadin û em vê mijarê rexne dikin. Li hemberî yên ku ziman û dest dirêjî her destkeftiyên jinan dikin, divê helweesteke xurt bê nîşandan. Girîng e ku heman helwest li hemberî binçavkirin û girtinê jî bê nîşandan. Eger em van êrişên topyekûn û yekpare yên heyî nikaribin rawestînin, wê komkujiyên jinan hîn zêde bibin.

Divê bertekên tund bên nîşandan

Banga me her wiha li wan mêran e ku ji azadiya jinê bawer dikin, li gel têkoşîna azadiya jinan disekinin. Li hemberî vê polîtîkaya qirkirin û êrişê helwestê nîşan bidin.

Êriş li dijî nasname û hêza demokratîkkirina siyasetê ye. Cewhera parastin û pêşvebirina siyaseta demokratîk jin e.

Di beralîkirina van êrişan de têkoşîna jinê ya rêxistinbûyî diyarker jî be girîng e ku hemû hêz û derdorên demokratîk li dora sekna jin a rêxistinbûyî helwestê nîşan bidin. Jin mîna doh wê îro jî çand, zimanê xwe yê dayikê, jiyana azad a demokratîk biparêzin.”