Agirê Newrozê li gundê Agheh-Jarî hat pêxistin

Li gundê Agheh-Jarî yê bajarê Dîwandera Rojhilatê Kurdistanê bi sedan kes hatin cem hev û bi pêxistina agirê Newrozê hatina biharê pîroz kirin.

AGRIN HOSSEINI

Dîwandere- Her sal bi hatina biharê re li hemû bajarên Rojhilatê Kurdistanê şahiyên Newrozê tên lidarxistin. Welatiyên li gundê Agheh-Jarî yê bajarê Dîwandereyê li hev civiyan û hatina biharê li dora agirê ku pêxistibûn bi dîlanê pîroz kirin.

Frost K. ya 60 salî ku beşdarî pîrozbahiyê bû wiha got: "Bi qasî ku tê bîra min di demên berê de em diçûn serê çiya û agir pêdixistin. Kevneşopiya ji demên kevnar e, me Newroz pîroz dikir, lê em ne azad bûn."

Mehsa M. ku beşdarî pîrozbahiya Newrozê bû jî wiha got: "Ez her sal ji bo beşdarî pîrozbahiya Newrozê bibim ez têm gundê Agheh-Jarî. Pêşî agir pêdixin û pişt re jî bi stranan em govendê digrin. Newroz yek ji pîrozbahiyên herî girîng ya gele Kurd e. Hikûmet ji merasîmên me yên Newrozê ditirse."