KJK: Divê jin li ziman û paşeroja xwe xwedî derkevin

Li dijî sînorkirina zimanê Kurdî ya di perwerdehiyê de, Koordînasyona Komalên Jinên Kurdistanê (KJK) bang li gelê Rojava û bi taybetî li jinan kir ku destkeftiyên Şoreşa Rojava biparêzin û destûrê nedin tu ferzkirinên asîmîlasyonê.

Navenda Nûçeyan –  Li bajarên Rojavayê Kurdistanê, piştî ku Wezareta Perwerdehiyê ya hikûmeta demkî ya Sûriyeyê di 27’ê Tebaxê de biryara xwe ya li ser bicihanîna biryarnameya bi hejmara 13’an eşkere kir, nerazîbûnên gel, xwendekar, mamosteyan û bi taybetî jî yên jinan rojane zêdetir dibin. Di vê biryarê de zimanê Kurdî tenê di sê waneyan de tê sînorkirin, ev yek weke êrîşeke eşkere ya li ser hebûn û çanda gel tê dîtin.

Di vê çarçoveyê de, Koordînasyona Komalên Jinên Kurdistanê (KJK) daxuyaniyeke nivîskî weşand û tekez kir ku ev biryar hewleke ji bo pûçkirina destkeftiyên gel û nêzîkatiya tasfiyekirinê ye.

‘Pênaseya zimanê neteweyî divê bibe zimanê fermî’

KJK’ê di destpêka daxuyaniya xwe de bal kişand ser sînorkirina zimanê Kurdî ya bi çend saetan û ev nirxandin kir: "Bi vê biryarê re li gel ku Kurdî weke zimanekî neteweyî tê pênasekirin, di perwerdeyê de Kurdî tenê hefteyê bi hin dersên ji sê-çar saetan hate sînorkirin. Gelê Kurd li Sûriyeyê nifûsa duyemîn a herî mezin e, lewma nirxandina mafê perwerdeya bi zimanê dayikê yê gelê Kurd a bi vî rengî qet nayê qebûlkirin. Pênaseya zimanê neteweyî tê wateya zimanê fermî û di heman demê de naskirina statuya fermî ya zimanê dayikê ye. Hem wê jê re zimanê neteweyî bê gotin, hem jî di statuya zimanê fermî de neyê dîtin, ev yek li dijî hiqûqê û rastiya jiyanê ye."

‘Mafê zimanê dayikê mafekî jiyanî ye û ne cihê nîqaşê ye’

Daxuyanî da xuyakirin ku zimanê dayikê nasname, kesayet, dîrok û kevneşopiya gelekî ye û ev tişt tên gotin: “Her sînor û bendê li pêşiya zimanê dayikê bê danîn ji bilî hewldana qutkirina mirov ji kesayetî û hişê xwe nayê tu wateyê. Axaftin, perwerde û mafê jiyanê yê bi zimanê dayikê mafekî jiyanî ye ku qet nabe bibe cihê nîqaşê. Ev pêkanîn ne tenê li dijî gelê Kurd e, her wiha tê wateya astengkirina têkoşîna avakirina Sûriyeyeke demokratîk ku hemû gel û nasname bi rengê xwe tevlî bibin.

‘Gelê Rojava bênasnametî çirand û avêt’

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku gelê Rojavayê Kurdistanê li hemberî bênasnamehiştinê di çand û zimanê xwe de bi biryar israr kiriye û wiha hat gotin: "Piştî ku Rêber Apo di sala 1979’an de derbasî Rojava bû her tişt tevlî têkoşîna azadiyê kir û herî dawî jî bi Şoreşa Rojava re bênasnametî çirand û avêt. Gelê Rojava ev nêzî 12 salan e ji dibistana seretayî heta bi zanîngehê karê perwerdeyê kir, bi hezaran zarok û ciwan mezûn kirin û nîşanî cîhanê da ku perwerdeya bi du zimanan dewlemendiyeke mezin e."

‘Divê jin û dayik vê sepandinê qebûl nekin’

KJK’ê di dawiya daxuyaniya xwe de bang li hemû gel û bi taybetî li jin û dayikan kir û ev peyam da: “Divê gelê me yê Rojava vê sepandinê bi tu awayî qebûl neke û nerazîbûna xwe ya mafdar li her derê nîşan bide. Beriya her kesî divê jin û dayik vê rewşê tu carî qebûl nekin û li ber vê kiryarê rabin ku wê pêşketina zarok û ciwanên wan asteng bike û paşeroja wan tarî bike. Roj ew roj e ku destûr ji windakirina nirxên hatine qezençkirin neyê dayîn. Bi navê KJKê em di şexsê Kongra Star de vê berxwedana mafdar a jinan û gelê xwe silav dikin û bang dikin ku heta serketinê ev têkoşîn bi xurtî bê meşandin.”